Dosya

Serokwezîr naverok a girêbestên neftê eşkere dike

Serokwezêrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pireskonferensekê de ku, roja 08.08.2012ê li bajarê Hewlêrê saz kir bi dûrû dirêjî behsa datayên girêbestên neftê yên hikûmeta herêma Kurdistanê digel kompaniyên biyanî îmzakirine kir û ew girêbest bi gelek şefafî wesif kirin:

– Ez ji vê gotina xwe berpris im, ti nezelalî û pirsgirêk di girêbestên me yên neftê de nînin û hemû ew kontirakt hatîne eşkere kirin. Dema dr. Berhem Salih serokwezîr bû, li kabîneya şeşê, hemû girêbestên nefê ji raya giştî re berçav kirin. Piroseya şefafiyê ji vê zêdetir li ti weletek din heye?. Tê gotin filan girêbest xerape , yan filan başe? Ez amademe minaqeşeya vê meselê bikim, jiber ku ew kontiraktên herêma Kurdistanê îmza dike, kontiraktên hevbeş in, me çima û jiber çi ev awayê kontiraktan hilbijart? Em ne weke welatên Kendavê ne girêbestên servis bidin û ji kompaniyan re bêjin werin kar bikin. Herêma di warê siyasî û karkirinê ve rîsk e, ji ber hindê girêbestên hevbeş baştir in, baştirîn kar bi kêmtirîn xercî tê kirin.

– Li dor dahatiniyê neftê jî her kesek tiştekî dibêje, hindeke dibêjin 4 milyar dolar windane. Ez li lipêşberî çavê van hemû kameran dibêjim ku, yek filis (filis pereyê îraqî ye û her hezar filis dike yek dînar) winda nîne û her hemû diyar e. Divê yekem car hûn bizanin ku ne 4 milyar in. Dema kak Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî çûye parlamentoyê, wî li wir got: Eger em hemû wan kontiraktan cibicî bikîn, dahatiniyê wan nêzîkî 4 milyar dolar dibe. Nuha ew dahatinî nîne.
Divê hûn mediyakar bi dirustî û rast zaniyariyan bo xelkî biweşînin, çênabe zaniyariyan bi awayekî şêlû bigihînin hevwelatiyan. Ev dahatineye me daxilî bûdceyê nekir, çunke li Bexdayê tê birîn. Lê eşkerekirina wê wacibe û ez tehemula berprisiyariyê dikim û wezîfeya hikûmetê ye wê meseleyê eşkere bike.

– Me pirojeyên gelek mezin û giring mîna pirojeyê ava Duhokê û 200 milyon dolar bo Germiyanê, avakirina xaniya bo malbatên şehîdan ji wî pereyî hatin xerickirin. Nuha jî her ji wî pereyî, me budce bo avakirina xaniyên bo malbatên enfalkiriyan berdest kiriye û dê 200 milyon dolarên din bo Germiyanê û Helebce bên xerickirin. Li vir diyar dibe ka ew pereye ji bo çi hatiye serif kirin û yê mayî jî ji bo çi dê bê serif kirin û parlamento jî vêna dizane. Herwesa pere ji bo rêya navbera Derbendîxan û Kelar hatiye serif kirin, pirojeya firokexaneya Duhokê li pêş meye, pirojeya çêkirina rêya trenê ji Zaxoyê heta digehe Silêmaniyê di rê deye, avakirina xwebdingehan û gelek pirojeyên din. Ev hemû pirojene û nayên veşartin.

Back to top button