Sefîl Bîlo kêm bû, wî jî heqaret ji Kurdan re kir.
Îlyas Salman, di sînemayê, fîlmên ku têde dilîst de, bi salan rolên xizan, gundiyên saf, gundiyên birûmet lîst û bi rûyê xwe yê kirêt, her tim ev rol modelê bindesta, mazluman û feqîr fiqaran bû. Xuyaye ku ji wan rolan qet nesîb negirtiye û ders ji xwe re dernexistine ku, niha di kovara nijadperest û bi awakî eşkere dijmantiya gelê Kurd dike de, nivîsan dinivîsîne.
Kovara ku rasterast dijmantiya Kurdan dike û bi rik û nefretê vedireşe, çend merîfetê wê wihane:
Di hilbijartinên 12ê Hezîranê de eşkere îfade dikir ku, ew ê Kurdan ji rojava biqewitînin.
Kampanyayên wek “ez danûstandina xwe bi Tirkan re dikim, perê min naçine PKKê” lidarxistine.
Ji bo gerîlayên ku ji deriyê sînorê Xaburê hatibûn welêt ev îfadeyana bikaraniye, “yên ku derketine çiyan jî, yên ku derxistine çiyan jî, yên ku ji çiyan dadixîne jî, em ê hemûyan dardabikin.
Ji bo Şêx Seîd, “Şêx Seîd Atatirk, kûçikên ku man jî em ê dardabikin” îfadeyên derehlaqî bikaranîne.
Dema ku li Samsunê Ahmet Turk rasta êrîşê hat, bi vê manşetê kovara nijadperest derket: “ji Ahmedê cudaxwaz re, kulma Tirk,”
Dema BDPê biryara vegera meclîsê girt, bi manşeta “em terorîstan li meclîsê naxwazin” derket.
Û li ser serûpela xwe sûretên gerîla yên ku ji erdê re tên kaşkirin diweşîne û wiha dinivîse: Dîmenên ku em bêrî dikin.
Îlyas Salman an “Sefîl Bîlo” niha di vê kovarê de “aqil” difiroşe.