Polîtîk

Ya girîng helwesta Barzaniye

Prof. Dr Îhsan Bal serokê desteya zaniyarî USAK di daxuyaniyekê de li malpeta Habar 10 a tirkî re behsa serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê bo Hewlêrê û civîna digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û dibêje:

Hikûmeta Tirkiyeyê bi rêya civîna Davudoglo û Barzanî xwest wê yekê bide xuyakirin ku, pêwîste paşeroja Suriyeyê ji aliyê hemû grûpên netewî û olî ve bê diyar kirin. Di Suriyeya paşerojê de dive hemû netewe û olên wî welatî ciyê xwe hebe. Ev hizra Tirkiyeyê ji aliyê Mesûd Barzanî serokê desthilta herêma kurdî ve bê qebûlkirin jî, hêşta diyarnîne ka Barzanî bi dirustî di peyama Tirkiyeyê gihiştiye yan na, di demeke nêzîk de dê eşkere bibe.

Prof. Dr Îhsan Bal serokê desteya zaniyarî USAK di daxuyaniya xwe de dibêje ku, di destpêka bûyerên Suriyê, Tikriyê hewil daye yekêtiya siyasiya Suriyeyê têkneçe û Barzanî jî dibêje ku, ew jî bi wan hewilên Tirkiyeyê re ye lê:

Li vir negiringe ka Tirkiyeyê çi peyam bi Barzanî da ye, ya giring ewe ka Barzanî li hember wê peyamê çi dike.
Îhsan dibêje ku, tiştî eşkere ewe ku, Barzanî li herêmê Tirkiye, ne Îran, weke dost qebûl kiriye û nuha kurdên Tikriyê ji bo hemû kurdan senter e:

Ez ne di wê baweriyê de me ku, kurdên Tirkiyeyê li benda kurdên Îraq û Suriyeyê bin ku bo wan tiştekî bikin. Jiber ku kurdên Tirkiyeyê di ware siyasî, civakî û aborî de ji kurdên din pêşkeftîtirin.

Back to top button