Dr. Teesute xatir xwestin
Bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî, îro roja pêncşemiyê 9ê tebaxê, Fredrik Tîso konsulê konsulkxaneya Fransayê a Hewlêrê serdana dîwana civata wezîrê Kurdistanê kir û ji aliyê Nîçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîran ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de, Fredrîk Tîso dostê dêrînê gelê kurd, behsa karê xwe yê li herêma Kurdistanê kir û got ku wî bidilxweşî ve karê xwe weke konsulê Fransayê li Hewlêrê qetand. Ji bo wê alîkariya hikûmetê pê re kir, Tîso sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û di heman demê de piştgirî û hevahengiya hikûmeta Kurdistanê digel npneratî û ofîsên welatên biyanî li herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîran kar û xebatên konsulê Fransayêl yê Hewlêrê bilind nirxandin û got ku, ji bilî sazkirina gelek çalakiyên hunerî, redebî û kulturî, Tîso rolekî giring di pêşxistina têkeliyên herêma Kurdistanê digel Fransayê hebû.