Di heyama AKPê de 181 zarok hatine kuştin
Di pêvajoya şer û pevçûnan de, beşên ku herî zêde bandor lê dibin ji wan yek jî zarokin. Tenê di yekem hefteya Tabaxê de 3 zarok hatine kuştin. Bîlançoya di nav salan de a zarokan gellekî giran e. Li gorî daneyên Şaxa Amedê a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 1988 an vir ve, di hundirî 24 salan de, di pêvajoya şer û pevçûnan de, heta roja îro, li herêmê 561 zarok hatine kuştin. Tenê di desthilatdariya AKPê de, di navbera salên 2002 û 2012 an de, di deh salan de, 181 zarok hatine kuştin.
561 zarok, ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê, an teqemeniyan an di pêvajoya pevçûnan de, bi sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane.
Endamê Desteya Rêvebira Şaxa Amedê a Komeleya Mafên Mirovan parêzer Muhterem Suren, diyar kir ku, sedema mirina zarokan, li herêmê pêvajoya pevçûnan e û a ku herî zêde me xemgîn dike ew e ku, kiryarên an kujerên zarokan nayên dîtin. Yên ku tên tesbîtkirin jî, pirraniyên wan cezê nagirin. Ev jî dawetiyê ji mirinên zarokan re derdixîne.
Di sala 1988 an û heta îro, sal bi sal hejmara kuştinên zarokan wiha ye:
* 1988 : 1
* 1989 : 2
* 1990 : 21
* 1991 : 15
* 1992 : 117
* 1993 : 79
* 1994 : 99
* 1995 : 11
* 1996 : 7
* 1997 : 7
* 1998 : 5
* 1999 : 12
* 2000 : 3
* 2001 : 1
* 2002 : 18
* 2003 : 12
* 2004 : 12
* 2005 : 12
* 2006 : 23
* 2007 : 9
* 2008 : 17
* 2009 : 21
* 2010 : 16
* 2011 : 33
* 2012 : 8
Hemû : 561 Zarok