Polîtîk

Xwepêşandana kurdên Suriye li Swed

Gotara Şefîk Kaya, berpirsê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê,di wepêşandana Encûmena Niştîmanî Kurd li Sûriya, li hember sefareta Rusya, 08/08/2012.

            
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

    
Hevwelatiyên hêja,

Ji çil salan zêdetir e ku vê rejîma dktator hemû maf û azadiyên kurdên hevwelatiyên Sûriyê binpê kiriye û niha li her aliyê welêt xwîna hevwelatiyên xwe dirjîne. Rejîma kirêt jiber zilm û neheqiya ku heta niha kiriye û jiber rijandina xwîna xelkê sivîl û bêrî, li ber roxandinê ye.
Vê rejîmê, bi zilm û zordariyeke hovane  gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar kiriye.
Digel neheqiya li gelê kurd, rejîmê mafên hemû gelên din jî binpê kiriye û wan jî, ji maf û azadiyê bêpar hiştiye. Maf û azadiya hevwelatiyên ereb, yên xuşk û birayên aşûrî, suryanî, kildanî, ermenî, bi giştî maf û azadiya hemû gelên Sûriyê ji aliyê vê rejîmê ve, bi hovane, hatiene binpê kirin. 

Lê di tu demê de gelê kurd û tevgêra azadîxwaziya Sûriyê li hember vê dîktatoriya rejîma kirêt bêdeng nemane. Wan dengê xwe bilind kiriye, doza maf û azadiyê kirine. Daxwaza azadiyê, daxwazeke rewa û pîroz e. Em piştgirên azadîxwaziyê ne.

Jiber bi dehsalan bêdengiya li hember dîktatoriya rejîma Eset, wîjdana wîjdana mirovayetiyê deyndarê kurdên Rojavayê Kurdistanê û hemû hevwelatiyên Sûriyê ye.

Mixabin YN û cîhana demokrat li hember zilm û zordariya rejîma Sûriyê bi taybet di derbarê înkar û binpêkirina mafên miletê kurd de û di derbarê rijandina xwîna li seranserî Sûriyê de sist in. Wan heta niha jî tu helwesteke cidî ku rê liber rijandina xwîna hevwelatiyên Sûriyê bigre, tune.

Jiber hindê, rejîma dîktator roj bi roj êrîş, kuştin û rijandina xwîna hevwelatiyên xwe zêdetir dike. Hejmara kuştî, birîndar û koçeberên ji welêt gelek bilind e.

Berpirsiyariya dezgehên navnetewî ye ku helwesteke cidî bigrin û van êrîşên rejîmê yên bi çekên giran, bidin rawestandin.

Lê dîrok şahîd e, heta niha tu rejîm bi bi zulm û zordariyê, bi kuştina hevwelatiyên xwe, li ser pê nemaye û dîktatorî yek bi yek hatine roxandin. Bêşik ev rejîma ku xelkê xwe dikuje jî dê di demeke kurt de biroxe û hemû gelên Sûriyê dê ji bindestiyê azad bibin.

Lê ji bo roxandina rejîma kirêt û cîbicîkirina azadî û demokrasiyê em yekîtiya hemû hevwelatiyên Sûriyê pêwîst dizanin. Em serkeftina giştî di yekîtiya hemû hevwelatiyên Sûriyê de dibînin. Em divê tu car jibîr nekin mezintirîn û bi hêztirîn çeka azadîxwazên kurd, ereb, asûrî, kildanî û hemû hevwelatiyên din yekîtî, yekrêzî û hevkariya wan e.

Hêjayan, ji tecrubeyên miletê kurd jî diyar e maf û azadî nayên dayin. Maf û azadî tên sitendin.

Hevwelatiyên hêja,
Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, daxwaza azadiyê û demokrasiyê daxwazên  pîroz in. Me wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siysî yên Kurd û Kurdistanî piştgiriya tevgêra azadîxwaz ya cîhana erebî kiriye. Serkeftina azadî û demokrasiyê li Sûriyê û li tevahiya Rojhilata Navîn daxwaza me ye.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, hêvîdar in ku tevgêra rizgarîxwaziya Rojavayê Kurdistanê berjewendiyên netewî di ser hemû berjewendiyan re bigre. Wek miletê kurd dakeve qada berxwedanê, yekdeng be, yekdest be û yekrêz be; da bikaribe ji niha ve mafên xwe yên netewî biparêze û di qanûna bingehîn ya Sûriyeke azad û demokrat de bide bicîhkirin.

Herweha hêvî û daxwaza me ku hemû hevwelatiyên me bi taybet hemû alî li Peymana Hewlêrê xwedî derkevin, vê peymanê û  Desteya Kurdî Ya Bilind wek destketftiyên netewî biparêzin. Ji bo  ku mafê miletê kurd wek netewe di qanûna bingehîn ya Sûriya azad û demokrat de cîh bigre, em hevkarî, hevdengî û xebata hevbeş di navbera tevgêra rizgarîxwaziya Rojava û Encumena Nîştîmaniya Sûriyê de girîng û cîdî dibînin.

Heta ku di navbera van herdu hêzên mezin yên nîştîmanî de hevkarî û yekîtiyek qewîn pêk neyê, dê ev rejîm rijandina xwîna hevwelatiyan roj bi roj zêdetir bike.

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ji bo bicîhanîna berpirsiyariya xwe amade ye.

Xuşk û birayên Rojava,
Em di vê dema nazik û herî girîng de bi we re ne.  

Silav li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê
Silav li giyanê pak yên hemû şehîdên azadiyê

Bijî Yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Back to top button