Dosya

Civîna Şêwrê ya Kurd-Kavê çêbû

Stenbol / Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî (Kurd-Kav) piştî civîna Diyarbekirê duyemîn civîna xwe ya ku bi endam û dostên xwe re ji bo şêwrê û pêşîlêvekirina xebat û çalakiyên Weqfê amade kiribû, 30ê meha Çiriya Paşînê, roja şemîyê li salona avahiya Kurd-Kavê çêkir. Nêzî 80 endam, damezrêner û kedkarên kurd beşdarî civîna duyemîn bibûn.

Civîn bi axaftina Remzî Çakinê Sekreterê Giştî ya Weqfê destpêkir. Çakin piştî ku xêrhatina beşdaran kir, axaftina xwe bi vî awayî domand: “Xebatên ku kurda bike xwedî maf, ango kurda li ser piya bigre, xebatên çandî, wêjeyî, zimanî, dîrokî û hwd. e. Ev xebatên binavkirî, xebatên herî pêwîst yên kurda ne. Em wekî rêvebiriya Weqfa Kurdî dixwazin hem girîngiya Weqfekî çalak û hem jî girîngiya pêvajoyê bi endam û dostên xwe re jî biaxivin. Bi awayekî din em dixwazin ji bo Weqfekî çalakdar da ku bikaribe berpirsiyariya xwe zêdetir bicîh bîne, ray û ramanê we bigrin.”

Piştî Remzî Çakin, serokê Weqfê Kasim Ergun axivî. Ergun jî di axaftina xwe de bal kişand rewşa pêvajoyê û ray û ramanê xwe bi vî awayî anî ziman:

“Kurd niha jî di pêvajoyekî girîng de ne. Di qebûlkirina nasnameya kurdî de, ne bi awayekî fermî û zagonî be jî qebûlkirinekî heye. Lê xetera li ser kurda hê jî ranebû ye. Berî niha kurd ji binî ve dihatin înkarkirin, niha jî hebûna kurda tê qebûlkirin, lê tu mafê wan ê rewa naye naskirin. Desthilatdar, ji bo mafê herî rewa, ango ji bo perwerdeya zimanî zikmakî jî xetên sor dikşînin. Xetên sor ya desthilatdaran jî bi me dide diyar kirin ku di kar û barên rewşenbîrî de, di perwerdeya bi zimanê zikmakî de, di xebatên qada huner û wêjeyê de, çand û dîrokê de pêwîstiyekî mezin bi çalakî û xebatê ve heye. Wekî hûn jî dizanin, piştî damezrandinê gelek sal derbas bû. Heyf û mixabin ku gelek endam û damezrênerên me an ji ber astengiyên siyasî, an jî ji ber astengiyên hiqûqî ji kar û barên Weqfê dûrketin; hinek ji endam û damezrênerên me jî mecbûr man, koçî dervayî welat kirin. Rêvebiriya me ya ku di destpêka sala 2010an de ji bo salekî hatiye ser kar, van rastiyên Weqfê baş dizane. Ji ber vê yekê jî ji roja ewil heta niha em hewl didin ku Weqfa me bi gorî meziniya navê xwe carekî din, ango wekî rojên damezrandinê çalak bike. Hêviya me ji beşdaran ew e ku di vê pêvajoyê de alîkariya Weqfa me bikin, piştgirî bidin me.”

Piştî axaftina Ergun, beşdar ray û ramanên xwe parve kirin. Ewil axaftvanê civînê Mehmet Alî Aslanê serokê TİPê ya kevin bû. Aslan di axaftina xwe de wiha got:
“Saziyên me divê sazîyê gel bin, ne yê rêxistinan bin. Niha li Enqerê dû buroyên kurdên Başûr hene. Vana ne yê gelê Kurdistana Başûr in, ev her dû sazî ya jî ya PDK û YNKê ne. Rêxistin diçin, lê sazî her berdewam in. Divê Weqif saziya gel be, sîvîl be.”

Piştî Aslan beşdarên din axivîn. Beşdarên ku axivîn ray û ramanên xwe bi vî awayî anîn ziman:
Kasim Kiliçkap: “Ev dezgeh dezgehekî bi navê Kurdî, yekemîn e. Lazim e ku endamên Weqfê xwedîtî li vê dezgehê bikin. Ji bo ku Weqif bikaribe armanca xwe bi cîh bîne, rewşa aborî ciyê herî girîng digre. Ji bo rewşa aborîyê baş bibe, divê ku endam û dostên Weqfê rêvebiriyê tenê nehêlin.”

Mustafa Aytaş: “Kêmasîya Weqfê di seneda wê de ye. Seneda Weqfê niha ji bo çalakiyên Weqfê, ji bo pêşvebirina Weqfê asteng e. Divê ev seneda bi gorî rewşa îro were guhartin. Ji bo pirsgirekên aborîyê ya Weqfê çareser bibe jî her endamekî mehane çend qiruşekî ji xwarin û vexwarina xwe bibire û bide Weqfê, pirsgirêkên Weqfê bi piranî çareser dibin.”
Mehmet Denîz: “Damezîrandına Weqfê ya bi awayekî fermî kedekî mezin e, lê endamên nu jî ji bo Weqfê pêwîstiyekî mezin e. Ji bo ku Weqif bikaribe armanca xwe bicîh bike, dem jî gelek musaît e.”

Tahsîn Dîken: “Weqif bi xebatê xwe ve niha ji çanda gel dûr e. Lazim e ku xebata xwe rengîn ke û bikeve nav çanda gel. Weqif dezgeyekî çandî ye, ne sîyasî ye.”
Mehmet Dortyaman: “Di navbera miletê kurd û miletê cîhanê de tu cudabûn tune ye. Pêwîst e ku em ji wek miletan xwedîtî li Weqfa xwe bikin. Ez ji bo ku Weqif pêşkeve ji her xebatê re amade me.”

Şemsetîn Işıklı: “Di kongreya çûyîn de di derhaqa me de gelek tiştên nexweş hatin gotin. Sedemê van gotinên nexweş çi ne, em hê jî nizanin. Pêşî li endametiya me hat birîn. Rêveberî ya niha ji bo vê yekê çi difikir e, em vê jî nizanin.”

Piştî van pirsên Işikli serokê Weqfê Ergun axivî û wiha got:
“Hilbijartina rêvebirîya me, lêborînekî kongreya çûyîn ya bi pirsgirêk e. Yên ku bibûn sedemên wê rewşê, beriya dema xwe kongre çêkirin û em wekî rêvebiriyekî mueqet ji bo salekî hatin hilbijartin. Me gelek neheqîyan efû kiriye, nedîtiye. Lê çima em ya hevûdu efû nakin, her diçe mezin dikin? Divê em bi gor vê rastiyê xwe ji nû ve sazbikin.”
Piştî bersîva Ergun, Şemsettîn Işikli pêşniyarên xwe anî ziman û got ku “Dermanê herî mezin bawerî ye. Bawerî anîn, xwenasîn, xwedî derketin û têkîliya bi endaman re Weqif qêşve dibe.”

Ergun Eşsîzoglu: “Min Weqif bi riya hin rêvebirên kevin yên Feh3im Işik û Mehmet Celal Baykara Weqfê naskir. Piştî ku min Weqif naskir, di qursên wî de ez fêrî kurdî jî bûm. Berî du salan Weqfekî çalak hebû. Lê niha bêdengiyekî heye. Diyar e hin kes naxwazin Weqif mezin û çalak bibe. Divê deriyê endambûnê vebe. Mantalita xebatê jî biguhere û Weqif ne wekî weqfekî siyasî, wekî saziyekî sîvîl tevbigere.”

Mehmet Olçer: “Wan hevalên ku rexne li derdora Dema Nû digrin, bi raya min neheqî dikin. Derdora Dema Nû ji damezrandinê heta niha ji bo pêşketina Weqfê xebitî ye û gelek keda wî di vê pêvajoyê de heye. Divê em vê rastiyê bibînin. Ji niha şûnde jî emê wekî derdorekî kurd alîkariya Weqfê bikin. Em berê jî û niha jî ne asteng in. Yên ku dixwazin bixebitin, bila Dema Nû an jî li derdorên din ji xwe re hêncet nekin.”

Zeynel Abidîn Zinar: “Ezê berê her tiştî bi rexneyekî destpê bikim û dû re jî pêşniyarên xwe bêjim. Zimanê însan ruhê însan e. Miletên ku bi zimanê xwe xeber nedin emrê wan 25 sal in. Mixabin, di vê civînê de jî hin hevalên me nikarin bi kurdî biaxivin. Ev ciyê şermê ye. Kurd pêwîst e bi zimanê xwe bipeyîvin. Em bi ziman pêşve derin, çalakdar dibin. Wekî pêşniyar jî tenê çalakdarî dikarim pêşniyar bikim. Divê endamên nû bên girtin, bi rûhekî nû û ciwan xebat bên kirin. Weqif dezgeyekî hêja ye, divê em wî li ser piya bigrin û pêşve bibin.”

Mehmet Nuri Erdogan: “Ji bo serketina Weqfê berhemdarî pêwîst e. Berhemdarî hebe wê demê mirov dikare van berheman bide bazarê. Mixabin, di berhemdarî de her diçe em paşdikevin. Ziman çanda me ye, nasnama me ye. Ji bo ku vana ji dest neçe jî siyaset divê. Hemû tiştên kurda sîyasî ne. Em kurd çima bindest in? Belê, dagirkerên kurda jî ne mirovperwer in. Di vî warî de em incax bi siyasetê dikarin pêş biçin. Lê siyaset ne tenê bi rêxistinên siyasî tê kirin. Em dikarin di Weqfê de, siyaseta ziman, çand, huner û wêjeyê bikin. Pêşniyarê min ên herî mezin ew e ku Weqif bikaribe kovarekî çandî û wêjeyî derxe û di vê kovarê de siyaseta ziman û çandê bike.”

Mahzar Kara: “Hem kêmasî, hem jî serkeftinên Weqfê hene. Di kêmasiyan de para hemû rêvebirên kevin hene û ez jî di nav wan de me. Niha rojeva kurda dagirtî ye. Perwerdeya bi zimanê kurdî, destxistina mafên kurda xebatekî dixwaze. Ji bo vê yekê divê em ji paşerojê wêdatir, li rojên pêş xwe binêrin.”

Kemal Parlak: “Ji bo yekîtiya kurda niha gelek hest û xebatên hêja hene. Ev babeta ji bo kurda gelek giring e. Bi girtina endamên nû, Weqif pêşta narin. Ji endaman zêdetir, pêwîstî bi însanên pispor heye. Kesên pispor û projeyên realîst girîng in. Projeyên rast herdayim pêşî li rewşa aborîyê jî vedike. Pêwîst e ku em li sazîyên xwe yên çandî xwedî derên. Kesên ku ji ser siyasetê dimeşin û pêşî li xebatên çandeyî digrin, ew kesên mayînde nînin, ew yê çûyînê ne. Lê yên çalakdarên çandî û wêjeyî, ango hunermend û kedkarên ziman dimînin.”
Mehmet Poyraz: “Pêwîst e ku em êdî dev ji rexneyên borî berdin. Em incax dikarin bi projeyên çalakdar Weqif pêşve bibin.”

Ayşe Cengîz: “Ev yekemîn car e ez têm Weqfê. Lê gelek kêfxweş bûm ku gengeşiyekî medenî çêdibe. Daxwaza min jî ew e ku Weqif dest bi xebatên ziman bike û însanên me fêrî zimanê xwe bike.”

Bahattîn Ayaz: “Ez bawer im neheqiyekî mezin bi endamên Weqfê tê kirin. Hinek kes me kirin kal, me kirin nezan. Ez bi qesem sond dixum ku ji tu kesên ku dixwazin bi gor seneda Weqfê bixebitin, ji wan re riya endametî û xebatê tu car nehatiye girtin. Daxwaza min jî ew e ku em Weqfa xwe bi endamên zîrek û pêşketî xurt bikin.”

Mine Neşe Sağıç: “Ez bawer im din av endamên Weqfê de ez tenê tirk im. Lê min ji bo Weqfê gelek bedel da. Ev rexneyên giran dilê min şikand. Ez tirk im, ji Weqfê hayîdar im, damezrêner im û niha jî di rêvebiriyê de me. Kurdê me çima ji vê yekîtiyê bêhay in? Keda mezin şunda ma. Lê ew keda mezin heta niha çawa hatiye parastin, tenê yên di nav vê kedê de ne, dizanin.”

Cevdet Acar: “Endam girtin ji bo Weqfê pêwîst e. Ev ji kareki pêşerojê ye. Bila endamên ku werin girtin, bi gorî seneda Weqfê werin girtin.’
Civîna Weqfê piştî axaftinan bi dawî bû. Bi gor agahiyên ku rêvebiriya Weqfê daye, wê rêvebir van civînan binirxînin û pêwîst be, heta dema kongreyê çend civînên din ya bi vî rengî jî bikin.

Back to top button