Kurd rê nadin leşkerê Iraqê bikeve nava Kerkûkê
Lîsta hevpeymanîya Kurdistanî ragihand, ku ew qebûl nakin tîma 12 a supayê Iraqê derbasî bajarê Kerkûkê bibe û heger ev tîm derbasî kerkûkê bibe, ew dê daxwaza hatina 12.000 pêşmerge bikin da ku ew jî derbasî Kerkûkê bibin. Endamê lîsta hevpeymanîya kurdistanî Muhemmed Kemal ji PNA re da xuyakirin, ku ew bi ti awayî razî nabin tîma 12 a supayê Iraqê bikeve nav bajarê Kerkûkê de.
Di vê derbarê de Muhemmed Kemal got: Hêzên asayişa Kerkûkê û polîsên Kerkûkê, bi başî kar û erkên xwe encam didin. Ji bilî parêzgehên herêma Kurdistanê jî, rewşa ewledarîyê ya bajarê Kerkûkê ji rewşa hemû parêzgehên dinên Iraqê baştir e.
Di vê bêjedana xwe de Muhemmed Kemal da xuyakirin, ku heger yek leşkerê tîma 12 a supayê Iraqê derbasî nav Kerkûkê bibe, ew dê 12.000 pêşmerge derbasî nav Kerkûkê bikin û got, ku kar û erkê leşker tenê paraztina sînoran e.
Pêdivêyî nîşandanê ye, ku piştî encamdana êrîşa ser bazara zêrinkiran li bajarê Kerkûkê, fraksiyona erebî û fraksiyona turkmanî yên nav encûmena parêzgeha Kerkûkê dixwazin, ku hêzên tîma 12 a supayê Iraqê derbasî nav kerkûkê bibin.
Nûçe : Aram Şêrko / Kerkûk