Polîtîk

Karê delegasyona Îranê li Meclîsa Swêdê tune ye!

Kurda û dostê kurda dengê xwe bilind dikin:

 
Nûnerên hikumeta Îranê di 4-5/11 an de serdana meclîsa Swêdê dikin. Delegasyon dê bi wezareta derve û wezareta perwerdê re hevdîtinan pêk bihênin. Her wisa serdana zanîngeha Sodertornê jî di plana wan de heye.
 
Li dijî serdanê, di bin banga “tu karê delegasyona Îran li Meclîsa Swêdê de tune ye!” kurda û dostê kurda însiyatifek mezin pêk anî. Bang li partiyên siyasî hate kirin ku beşdarî hevdîtinên bi wan re nebin. Ji aliyê hikumeta Swêdê, partiya Gel (FP) û Mesîhiyên demokrat (KD) bi erên nêzî banga kurda û dostê kurda bûne. Partiyên muxalif, ji sorûkeskan jî dengên erênî zêde dibin.
 
Li ser navê insiyatîfê, Şukrî Demir ([email protected]), û Mardîn Hêja Baban ([email protected]) bang li Kurda û dostê kurda dikin ku roja îna 5/11 an, saet 16.00 li Sergelstorg a Stockholmê bicivin û dengê xwe li dijî serdanê bilind bikin.
 
Gulên reş ji Serokê Meclîsa Swêd re
 
“Di demek wisa ku hejmarek bilind ji kurda û hemwelatiyên Îranê, bi destê rejîma îslamî têne girtin, îşkencekirin, kûştin anjî darvekirin, serdana delegasyona Îranê li Swêdê darbeyek mezin li mafê mirovan dixe û taveyên peymanên maf mirovan binpê dike. Divê dengê nerazîbûna me bighêje Îranê. Em serdana wan ya Swêdê mehkûm dikin. Lewma em ê desteyek ji gulên reş pêşkêşî Serokê Meclîsa Swêdê Per Westerberg bikin”, tê gotin di beyana însiyatîfgiran.
 
EuroKurd News

Back to top button