Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî hewla qanikirina Goranê dide

Sibehî heyeteke aliyên siyasyên kurdistanî bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, bi armanca razîkirin Tevgera Goranê ku careke din vegerin bo nav Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî, dê li Hewlêrê digel Tevgera Goranê bicive.

Mihemed Tewfîq berdefkê Tevgera Goranê di daxuaniyekê de got: ”Sibê heyeteke aliyên siyasiyên kurdistanî dê digele tevgera me bicive û meselaya vegeriyana me bo nav Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanê gotûbêj bikin.”

Berdefkê Goranê got: ”Me hindeke şert û pêşniyar hene. Em dê wan şertên xwe sibehî deynin ser masa civînê û eger ew şetên me hatin qebûl kirin em dê vegerin bo nav Hevpeymniya Kutleyên Kurdistanî.”

Weke tê zanîn di heftiya çûyî de Tevgera Goran bi fermî xwe ji hevpeymaniya Kutleyên Kurdistanî vekişand û derzek xiste yekrêziya kurdan li Bexdayê beramber aliyên erebî.

Back to top button