Barzanî: Nabe ya kurd daxwaz dikin aliyên siyasî jî daxwaz bikin
Îro sêşemiyê 02.11.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Jeremy Macadie konsolosê giştiyê berê û Chris Bowers konsolosê giştiyê nû yê Britanya li herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, Jeremy Macadie konsolosê giştiyê berê yê Britanya li herêma Kurdistanê, ji bo dawî hatina erkê xwe spasî serok Barzanî kir ku li dema kar kirinê da herêma Kurdistanê piştgirî lê kiriye û ragihand ku bi bêyî wan piştgîriyan nedikarî kar û erkên xwe wiha bi başî encam bide û asta pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Britanya bigihîne wê asta bilind. Wî balkişand li ser wê yekê ku rewşa aramiya Kurdistanê sedemeke din yê pêşxistina pêwendiyan û hatina wan hejmara mezina kompanyayên britanî bû û hêvî xwest ku ew piştgîriya serok Barzanî li konsolosê giştiyê nû yê welatê wî jî berdewam bibe.
Serok Barzanî bi xêrhatina mêhvanan kir û ragihand ku ”em bi çavekî rêz ve temaşa hewlên birêz Jeremy Macadie dikîn û hêviya serkeftinê jî li wê erkê nû ya pê hatiye spartin de dixwazîn û rola birêz jî li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de bilind nirxand.”
Her wiha pîrozbahiyî li konsolosê giştiyê nû yê Britanya kir û heman demî de hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û tekîd li wê yekê kir ku piştgîriya ji bo konsolosê nû berdewam dibe.
Konsolosê nû ji bo vê pêşwaziyê spasî serok Barzanî kir û ragihand ku şerefekî mezine ku nûnerayetiya welatê xwe li herêma Kurdistanê bike û dûpat kir ku piştgîriya serok Barzanî dibe sedema serkeftina wan.
Her wiha piştgîriya welatê xwe jî ji bo destpêşxeriya serok Barzanî dûpat kir û hêvî xwest ku hemû aliyên îraqî li çarçêweya wê destpêşxeriyê da bigihîne peymaneke giştgir li pêkanîna hikûmetekî hevbendiya nîştimanî ku nûnerayetiya hemû pêkhatê serekiyên Iraqê bike.
Serok Barzanî sebaret bi karnameya Kurdistanî ragihand ku hemû xalên wê di berjewendiya Iraqê dane û qewareya Kurdistanê jî ne qewareyeke hizbî an siyasîye, belku qewareyekî neteweyiye û nabe ya kurd daxwaz dike aliyên siyasî jî daxwaz bikin. ”Em ku daxwaza serokayetiya Komar dikîn wekî neteweyê duyem daxwaz dikîn neku wekî qewareyekî siyasî.”
Her wiha sebaret bi xalê ku eger kurd xwe ji hikûmetê vekiş in hikûmet divê hilbiweşê wekî netewe me vê daxwazê kiriye, ji bo wê yekê divê hemû alayek li vê rastiyê têbigihin.