Polîtîk

Civîn pêkhat lê tu daxuyanî nehatin dayîn

 Îro pênc partîyên Kurdistanî bi serperiştîya serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Berhem Salih kombûnek pêkanîn.Kombun ji bo nirxandina rewşa xwepêşandan bû. Di vê civînê de Partiya Dokrat a Kurdistan (Nêçîrvan Barzanî), Yekitiya Niştimanî Kurdistan, Tevgera Goran ( Tewfîq Heme Rehîm),Komela Îslamiya Kurdistanê( Elî Bapîr),  Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê (Selehaddin Bahaddin) amade bûn.

Biryar ewbû ku piştî kombûn dawî bibe konferansek rojnemevanî pêkwerê, lê eger konferansek rojnemevanî pêknewê jî, wê daxuyaniyek bête belav kirin. Lê ne konferansa rojnemevanî çêbû û nej î di derbarê encamên civînê de tu daxuyanî hatin belav kirin.
 Nûnêrên Tevgera Goran piştî civînê vegeriya Silêmaniyê û dan xuyakirin ku dê piştre daxuyaniyekî bidin.

Heta niha di derbarê encamên civînê de tu agahdarî nehatine dayîn û rojnemevan çavderiya daxuyaniyekî dikin.

Back to top button