Civak

Xwepêşandan a îro bi aşitiyanê derbas bû

 Xwepêşandana bê anahî (bê ruxset) a îro bajarê Silêmanîyê, bi dawî hat û dijwarî tê de çê nebû.

Îro danê nîvro  xwepêşanderên bajarê Silêmanîyê li navenda bajêr kom bûn û çend rewşenbîran, tê de çend gotar jî pêşkêş kirin.
Di van gotaran de tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku gerek xwepêşander êrîşî bingeh û baregehên partîyan nekin.

Grûpa Aştîyê ya ku ji çend kesên rewşenbîr pêkhatî ye, cawên (qumaşên) sipî bilind kirin da ku ti dijwarî di nav xwepêşanderan de çê nebe.
Di van pênc rojên derbasbûyî de û di encama xwepêşandanan de, sê kes hatin kujtin û bêtirî 100 kesan jî birîndar bûn.

Ev xwepêşandana îro jî, li ber dergeha Sera ya Silêmanîyê çê bû û nêzîkî şeş demjimaran berdewam bû.
Xelkên vê xwepêşandanê, bi hêminî dest pê kirin û bi hêminî jî vegeriyan malên xwe.

Nûçe:Zîrek Ebdurrehman / Silêmanîyê

Back to top button