Polîtîk

Civata wezîran biryarên girîng dan

Civata wezîrên herêma Kurdistanê, duhî roja çarşembiyê 16.07.2014ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de, Mela Yasîn nûnerê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê li Misirê ku, berî niha bi salekê li ser fermana serokwezîrê Kurdistanê, ji bona şopandina dosyeya firotina keçên kurd bi Misirê, li ser dema Enafalan, komîteyek hatibû pêkanîn û ew serokatiya wê komîteyê dike, li ser karê komîteya xwe raporek pêşkeşî civîna civata wezîran kir û di raporê de tê gotin; piştî salekê ew dosyeye li Misirê û Kurdistanê hatiye şopandin û lêkolîn hatine kirin eşkere bû ku, wê pirsê tu esas jê re nîne û ya hatiye gotin ku, qaşo 18 keçên kurd li ser dema Enafalan de bi Misirê hatine firotin tu esas jê re nîne ji hemû rastiyan dûre.

Komîteya şopandina dosyeya 18 keçên kurd ku, nûnerên malbatên wan keçan , nûnerên rêxistinên civaka medenî û aliyên peywendîdarên herêma Kurdisdtanê tê cî digirt, daxwaz kir ku, li hemebr wan hemû sazî û kanalên ragehandinê û kes û saziyên ew nûçe li ser pirsa wan keçên kurd belav kirine û zaniyariyên şaş û dûr ji rastiyê weşandine bi rêyên qanûnê bên dadgeh kirin û civata wezîran jî ew daxwaza komîteyê pesind kir.  Li hember kar û xebatên kirine, serokwezîrê sipasiya komîteyê kir û civata wezîran biryar da ”red îtîbar” bo malbatên wan keçên anfalkirî bikin.

Di civînê de, wezîrê perwerdeyê li ser kar û xebatên wezareta xwe raporek pêşkeş kir û tê de hijmara xwendingehan, pêdawîstiyên herêma Kurdistanê yên di warê dibistan, baxçeyîn zarokan, pirsgirêk û kêmasiyên pirogramên xwendên, encamdna pirojeyên warê perwerdeyê, sazkirina konferansan li ser perwerdeya herêma Kurdistanê û rêyên çareserkirina wan pirsgirêkan, pêşkeşî civînê kir.

Civata wezîrtan biryar da ku, komîteyek ji cîgirê serokwezîr, wezîrê perwerdeyê, wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî, wezîrê pilandananê û wezîrê kar û karûbarên civakî pêk bê daku, çareseriyeke minasib bo pirsgirêkên warê perwerdeyê û cîbicîkirina sîstema hijmartina nimreyên her du sinfên 10 û 11 li ser nimreyên sinfa 12ê a lîseyê, bibîn in.

Piştî pirsgirêka wergirtin û kirîna genim ji cotkarên herêma Kurdistanê û deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ji aliyê wezîrê bazirganî ve di civînê de hatiye behis kirin ku, wan piroblema saylo û cî ji bo wergirtin û ambarkirina genim heye û di vê çarçoveyê de hijmarek pêşniyar û çareseriyan jî xistin ber destê beşdarên civînê. Di vî warî de civata wezîran biryar da hemû rêyên pêwîst ji bo bi zûtirîn dem genim ji cotkaran bê wergiritn bikar bînin û ji bilî sayloyan çend cîyên din jî weke alternatîv bo embarkirina genim peyda bikin.

Civata wezîran biryar da komîteyek bi serokatiya wezîrê êkonomî bê damezrandin ji  bo aktîvkirin û cîbicîkirina qanûna rasvekirî ya kar û tezmînatên civakî ku, li gor wê qanûnê hemû karmendên sektora taybet weke karmendên sektora hikûmî karê wan weke xizmet bo bê hisab kirin û piştî salên xizmetê timam dikin miaşê teqawîdê jî pê bê dan.

Back to top button