Kurmê darê ji darê ye!

                          
”Şîretên” ku ji dagirkera tên, bê minnet in. Lê ”şîretên” ku ji hin sîyasetmedarên Kurda tên , bi dilêş û bi dilkeser in(ji Kurdên qaşo ”welatparêz”, ne yek in û ne jî dudo ne, ji do ta iroj …).

Di dawî da herdû jî di cihêkekî da diherikin û jarên xwe li ser tevgera Kurd da vedireşin. Carna şêr in, carna pisîk, carna jî dibin dirî û li ser rê disekinin, carna jî xwe li lema dixin. Tu dibêjî qey, hima li gorî dagirkera xwe ray û eyarkirin, nermokî û pişo-pişokî jî para hin Kurda ketiye.

Di kêjan beşa dîrokê da, milletekî din mafê Kurda parastiye? Tu cara. Humanistî jî heta cîhekî ye. Yan na, herkes û gel ji bûna xwe, ji bûna berjewendîyên xwe kar û barên xwe dikin, ne ku ji bûna yekî din. Bi sedhezar sala ne weha hatine û wê weha jî herin. Qet xwe nexapînin û dev ji van xapînoka berdin.

 A- Dagirker(çarmedor) weha vedibêjin;

1- Kurd ji milê qewmekî Îranî ne. Loma em tev bi hevdû ra gelê Îranî ne.

2- Kurd ji milê qewmekî Tirkî ne. Ji xwe Tirkê rastî(heqîqî) hûn(Kurd) in.

Em tev bi hevdû ra milletê Tirk in û yek millet in.

3- Ji hezar sala vir da ye em birayên hev in.

4- Em tev girêdayî ummetekî ne.

5- Ji Kurda serokkomar, sererkan, serfermandar û hwd. dertên. Tu cara tu ferqekî di navbeyna me da çênebûye.

6- Derd û kulên derdijmina/emperyalîsta (fenî Amerîqa-Îsraîl …) ew in ku me berî hevdû bidin û me tevî petrola me va, bikin xulam û bin qontrola xwe.

7- Li welat heftê û du millet henin. Ger her kesekî welatekî serbixwe bixwaze, em yê bibin heftê û du perçe.

8- Nûha welatekî me yê yekpare heye û tu astengîyekî me tune ye. Hinek ji we, çima ji hal û rewşa xwe ne razî ne û cûdaxwaz in?

9- Me hewqas keç û kura daye hevdû, em bûne fenî goşt û hestî, em dê bi çi awayî ji hevdû biqetin?

10- Li bajêrên mezin, nêzikê çend milyon Kurd dijîn û li her derî em li hevdû ketine. Em yê wana çawa ji hevdû biqetînin?

11- Ji xwe Kurd çi dikarin bi serê xwe bimînin, çi destxelatdar bibin, çi jî xwerêvedar bin.  Ew dê goştê canê hevdû bixwun. Şerê navbeyna Kurda qet naqede û wê neqede jî. Loma dibê ku dewleta me her yek be û her hebe.

12- Gelo wê Kurd bi kîjan zimanî binivisînin û bixweynin? Hem li hevdû nakin hem jî ji hevdû fam nakin. Zimanê wan jî, ji xwe ne tu zimanekî ye.

13- Em tu cara, destûrê ji serxwebûnê ra nadin. Bila ku welatekî bi navê Kurdistan di dîrokê da, qet ava nebîye û wê nebe jî.

14- Kurd dibê ku bi agir neleyizin, û hwd. …

Hem tirs, tehdît, qurnazî, rikdarî, kîn û nefret û hem jî di bin da, dar nîşan didin.

B- Kurdên ”tavoşkî” weha vedibêjin;

1- Xwestina dewletekî netewî ne durust û ne rast e. Dawîya dewletekî weha faşîstî(fenî Almana ya Hîtler) ye. Loma, me ramanekî weha avêtîye qutîya çopê(çopgehê).

2- Li Kerkukê tenê milletekî najî, loma ragihandina referandûmê ne rast e.

3- Serxwebûna Kurdistanê leyistik û xewna Îsraîlê ye. Bi dek û dolaba, me ji berjewendîyên xwe ra dikin amûr û alav.

4- Em bi tevayî misilman, li dijî parkirina Iraqê ne. Loma em dê ji serxwebûnê ra rê nedin.

Meriv van ”sedemoka” dikare dirêj bike. Lê ji hin ”şîretok”a ra, hin vegotin pêwist in. 

Gelo milletekî yan jî gelekî ger dewletekî bi serê xwe bixwaze, ji bûna wê jî here referandûmê, ma ew dibin faşîst? Netewên ku xwedî dewleta ne, ma ew faşîst in? Gelo di dîrokê da hatîye dîtin ku dewletekî netewî hebûna xwe avêtibe çopgehê?! Malneketno! Yên Kurda, hê ragihandina referandûmekî ye ku pir tê dîtin, gelo çima?  Vêya hişavêtin nîne, çi ye? Yan jî, ma tu dizanî faşîzm çi ye? Yan jî ”Kurd hergav peyayên xelqê ne û dibê ku şivanekî li ser wan hebe”, ne!?

”Kerkuk”, gelo li gerdûnê bajêrekî ku hew ji qewmekî saf û sade be, heye? Na. Ka tu here û ji malbata xwe bipirse; Heftem bav yan jî diya te, ji ku derê, ji kêjan eşîretî û ji çi qewmî bûn? Bi kurtasî, di bersiva dawî da, yan em dê herin Afrîqayê, yan ba Adem û Hewwa, yan jî evolutiona Darwinê. Lê mixabin ku di navbeyna meymûna da jî şerên giran pêk tên û wê bên jî. Êêê… îcar em dê çawa aşîtîyê bînin nava meymûna? Em meriv(insan) hê nikarin bi hevdû ra aşîtîyekî mayî pêk bînin û bijîn. Kes nabêje mastê min tirş e. De ka dagirker dev ji dagirkerîyê ber didin? Gelo ew dizanin empatî çi ye? Kî dev ji egoîzmê berdide? Ka ew roj? Xwe di nava nebîya da negevizînin, xewn û xeyala jî nebînin. Jiyan li ser rastîya hatîye avakirin.

Hergav, berjewendîyên welata li hevdû nayên. Lê dema kû li hevdû were, tu cara ji hevdû ra neyînî nakin. Ger pêwist be, bi hin peymana jî hevdû diparêzin. Sûda Kurda jî li ba kî be dibê ku Kurd jî li ba wan bin. Mat nebin.

Hal û rewşa misilmanîyê jî li holê ye. Li ser navê misilmanîyê êrişên ku tên kirin, tu vegotin pêwist nake. Ger misilmanî yekbûnê dixwaze, ma kambax tenê ji bûna Kurda derbas dibe? Me dev ji perçebûna Iraqê berda, ma gelo çima hewqas dewletên misilmana henin, û gelo ew çima nabin yek perçe? Û çima tenê li ser Kurda ferz û şert e!

Îlhamî Can

[email protected]

Nerîna min :