Nivîsar

Civak û berjewendî

Civak li ser hin xîmên girîngî têt damezirandin ku her tim bikaribe bi awayek tendurustî bi pêş ve here… Dema ev xîmên giringî bên hejandin û lerizand in, jiyan, hevpeyvendî, aborî, ehlaqî, çandî, hezkirin, nirx û rûmetên civakê jî tên pelişandin, civak li navhev dikeve, her şaxek, her çengek bi aliyekê ve dişopîne.

Bi dîktatoriya leşkerî di sala 1980’yan de xîmên civaka Tirkiyeyê bi destê dîktator û faşîstên leşkerî hatin hejandin û lerizandin. Civak di her warî de li navhev ket, rûmet û qîmetên geleri hatin guherandin, nirxên pîrozwerî bûn berjewendîperestî.

Di halê aborî da destên herkesî ket berîka (cêbika) ên din. Armanca merivan bû koşê zivirandin. Banker derketin pereyên di berîka gel de bi dek û dolavan ji berîka wan deranîn, kirin berîka xwe, reviyan welat terk kirin çûn. Bankerên wek Cevher Özden û yên din piştî demek zivirîn welat û li welat heya îro li ser emegên feqîr û fiqareyan jiyana xwe di nav heyiyê da wek qeranan derbaz dikin..

Di warê civakî da kesên diz, sextekar, bêrûmet derketin holê, ketin pêşiya gel, ji gel re bûn rêzan. Dema ev kes ji ber dizî û pîsiyan hatin binçavkirin, ketin girtîxaneyan, kesên ku her tim dizan binamûs dinirxînin, li devê deriyên girtîxaneyan civiyan, di ciyê rûtifkirina wan de ji wan re çepikên xwe lihev dan got in; “Em bi te serbilid in, em bi te iftixar dikin, tu serbilindayiya me yî.”
Ev kesên diz, kesên bênamûs, ji bo van çepikvanan, ji bo van şeqşeqçiyan re bûn serbilindayiya welatê wan, bûn serbilindiya temamiya welêt…

Gelên ku serê wan hat valakirin nikarin raman bikin ji aliyê dinyayî û dînî ve jî xwe kirin nav xetere û gunehan. Kesên gelek xirab, bêqimet û rûmet derketin bi kiryarên xwe yên xirabî xwe bi gel dan birûmet kirin, bûn sîyasetmedar, rêzan, xebatkarên dewleta faşîst û nedemokrat.

Gel li her warî, li meydana, devê deriyê dayreyên dewletê, girtîxaneyan, devê deriyê qereqolan, dadgehan, di propogandayên hilbijartinan de ji van kesan re çepikên xwe li hev xistin û got in: “Tu herî mezin î ji te mezintir kesek tune.”

Dema meriv li ser naveroka vê peyvê bi sekinê tê meriv bibîne ku ev kes xwe gunehkar dikin û inkariya baweriya dînê xwe dikin. Gelo çewan dibe kesek ji wan mezintir tune?… Ne Xwedê ji wan mezintir e. Bi vê slogana xwe gel înkariya meziniya Xwedê jî dike…

Kesên van bangewaziyan davêjin nikarin fikir û raman bikin ku herî mezin Xwedê yê, belê ew kesên aqilbirî û mêjûşûştî diz û xiraban haşa ji Xwedê jî mezintir dibînin û dibêjin “Tu her mezinî kes ji te mezintir tune…”

Di aliyê hezkirinê de jî gel tevlîhev bû. Hezkirin bû neyartî, kîn û edawet. Heroj di nûçeyên Tv û rojnameyan de kesên ku dost û yar dihatin nirxandin, li nîvê sûk û kolanan hatin kêr kirin, berikkirin, hatin kuştin. Dema ji van yarên sextekar hat pirskirin “Gelo te çima kuşt?” bersiva wan li ser hezkirinê ye. Dibêj in “Min gelek jê hez dikir, belê ew ê dev ji min ber da min jî lê da kuşt.” Gelo çewa meriv dikare kesên meriv ji wan hezdike, bikuje, gelo ev çi hezkirin e?…

Ehlaq serobino bû. Mêran jinên xwe, dayîk û bavan keçên xwe firot in. Ji bo jinên xwe mêran anîn malên xwe dest bi bêehleqiyê kirin. Îsal di meha çile  de merivek ji bo jina xwe mêrek tîne mala xwe. Ew mêrê bîyanî û jina mêrê xwedîyê malê di odeyê de ganecanî (seks) dikin. Mêrê xwediyê malê jî dixwaze here tekilî seksê bibe. Jina wî nahêle. Piştî mêrikê biyanî ji mala wî derdikeve diçe, ew jina xwe gengeşe dikin û jina xwe dikuj e.

Di dadgehê de îfade xwe dide ku gelek ji jina xwe hezkiriye û di nav wan de qet gengeşe çênebûye. Jina vî nehiştiyê temaşeya wê û mêrikê bîyanî bike seba vê yekê jina xwe kuştiye. Ev kes cezayê hepsa giran a heta dawiya temenê (umir) xwe girt. Di îfadeya xwe de got ku di vê bûyerê da tehrîk heye. Hey kesê raman heyvan, tahrîk hebe kê vê tehrîkê daye peydakirin??..Tu çi bê şerefekî ku ji jina xwe ra mêrêk bîyanî peyda dikî, tînî mala xwe, partiya seksê didî amadekirin??..

Faşîstên dîktatorên leşkerî ehlaqê civakê anîn vê merhaleyê.

Kesen welatfiroş û nîjadperest di bin mertala kemalîzmê de her xirabî û bênamûsî dikin. Însanan direvînin, dikujin, madeyên hişbirinê dikirrin difiroşin, çekên leşkeri didizin difiroşin, dema ji wan tê pirskirin xwe kemalîst nîşan didin û kesên wan sûcdardikin dijminê kemalîzmê didin nasîn, li ser navê kemalîzmê her pîsîtiyên xwe vedişêrin.

Kazim (Ep)Özdemir

Nasname.com

Back to top button