Çima komara tirk banî birêz Kemal Burkay dike?
Di der pirsa Serokê P S K e yî berê, birêz Kemal BURKAY da, pirr gotin û nirxandin hatin rojevê Tirk û Kurdên. Di alîyên komara Tirk, rewûşenbîrên Kurd yên ko Tirkan bavê xwe dibînin û P K K e jî dijminê xwe dibînin, kêf li wan kesan pirr xweş û dev bi ken bûn. Ez jî ew kesên dev bi ken re dibêjim hûn ji bo dijminan gelê Kurd jîn bibin! Jiyana bê kesayet, mirin pirr û pirr jê çêtire!
Lê min bawer nedikir ko birêz Burkay biçe hustê xwe li ber kesên feşîstê Tirto xar bikê û destan li ber komara Tirko girêde! Sedema xwe kanê çibiba û ji boyî kijan sedemê va kiryara kir û dikê?
B D P e partîyake vekirêye û bi mîlyonan gelê Kurd dayê dora xwe. Di nav netewanda jî hatê pejirandine. Xebat û lebatên B D P e gelê Kurd serbilind kirêye.
Çima komara Tirko bi hezaran B D P e yî girtine û avêtine zindanane?! Çima her roj Kurdistanê bomberdûman dikê û komkujîyan li ser me Kurdan çêdikê?!
Birêz Kemal Burkay ne hêza xwe heye û ne jî kesekî Kurd li cem heye. Bi kijan hawayî diçê bi navê Kurdan bi komara Tirko re hevdîtinan pêk tîne!?!?!!!
Lê idî xebata xwe dest pêkir û yekem dev avête diya Kurdan Leyla Zana!
Komara Tirko çar hezar gundî Kurd bi agirê bombardûmanan şewîtandin, xirabekirin, vala kirin û komkujên li ser me kurdan dikê!
Di roja îro da hîn xwîna gelê Kurd hişk nebêye! Îro jî her derên Kurdistan bombardûman dikê, daristan û gundên Kurdan dişewîtîne! Hîn çend rojan ji berê îro Tirkan duxwast Aynûr Doĝan bikujin! Di ramanîya mîrovan da, waswas çêdibin û mîrov dibêjê birêz Burkay ji komara Tirko re barekî bidê ser milên xwe!
Lê hinek jî dibêjin komara Tirko duxwazê birêz Burkay li hemberî Kurdan bi kar bînin!
Lê ez vê gotinê bawer nakim, ji bo ko tu kes li dora birêz Burkay tunene. Ji bo wê yekê jî, birêz Burkay nikanê karekî ji dijminên gelê Kurd re bikê!
Ji berî Burkay bi sedan Kurdên ko xwe nasnakin hene.
Kesên nokêrî`ye ji dijminê me re kar dikin pirr û pirrin!
Lê ez li dîroka Kurdan dinêrim, reşayî pirr û pirr derdikevê pêş çavên mîrovan. Kesên wekî Idrîsî Bitlîsî, Rêhber, Zîya Gokalp û bi sedan wekî van kesana doza gelê Kurd hildabûn ser milên xwe. Paşa jî gelê Kurd firotin, ketin pêşîya dijmin û komkujî bi ser gelê me da anîn!
Lê ez bawer nakim, birêz Burkay wekî wan bibê û ji dijminên Kurd re xebatê bike!?…
Lê ew gotinên ko kesên wekî birêz Burkay li dijî P K K e dibêjin, dijminên gelê Kurd pirr û pirr kêf xwaş dikê û dijmin duxwazin xilatê bidê wan kesana!
Pêwîste gelê me ji van kesana idî zana bibin. Çima birêz Öcalan va yanzdeh salin di girtigeha Tirko dê, çima dewûleta Tirko ew kesên wekî birêz Burkay dewet dikê û bi wan re rûdinin?
Çima bi hezaran B D P e yan bî sûc digrin, bê dadgeh kirin davêjin zindanan?!
Çima kesên bêbext û genî destê xwe didin Tirko û ji Tirko re her karî dikin! Pêwîste gelê Kurd ji wan kesana baş zana bibin, ji bo ko jê zana bibin bi kijan alî re kar dikin û dimeşin!
Ez dibêjim heta em nav xwe paqij nekin, hawûce nakê ko em bi dijmina re şer bikin!
Kesên ko duxwazin welatê xwe rizgar bikin, ji berî her tiştî, pêwîste nêv xwe paqij bikî û paqij werê kirin!..
Feqîr Ehmed..


