Polîtîk
Çînê jî berê xwe da Kurdistanê
Serokayetiya Encumena Wezîrên Iraqê rizamendiyê li ser vekirina yekemîn Konsolxaneya welatê Çîn li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê nîşan daye.
Her wiha wekî ku li biryarê de eşkere bûye li beramber vekirina vê konsolxaneya li Hewlêrê, Hikûmeta Iraqê jî konsolxaneyeke giştî li Komarê Çîn vedike.
Heta niha 27 welat nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê vekirine û li kombûna roja 22/10 /2013 ê Serokayetiya Encumena Wezîrên Iraqê da jî biryara vekirina Konsolxaneya Kuwêt li Herêma Kurdistanê hatibû dayîn.