Kultur

Hewlêr ket rêza giranbihatirîn welatên Erebî û bajarên cîhanê

Hewlêr pileya 222 ê girantirîn bajarên cîhanê û 12 emîn girantirîn bajarê welatên Erebî werdigrê li rêzbenda girantirîn bajarên cîhanê ya sala 2013 e.

Li gor pêvera kompanya ACA ya navdewletî, Hewlêr pileya 222 ê girantirîn bajarên cîhanê û 12 emîn girantirîn bajarê Erebî werdigrê li rêzbenda giranbûna nirxên li navbera bajarên cîhanê da ya sala 2013. Her li gor vê pêverê Ammana paytexta Urdin bi pileya 105 emîn girantirîn bajarê cîhanê û li gor sala 2012 ew bi pileya 105 da bûye, her wiha yekemîn bajarê welatên Erebiye piştî wê Beyrut tê, ku ew jî bi pileya 121 emîne li ser asta cîhanê. Dubai li rêzbenda sêyemîn girantirîn bajarê Erebî ye û li ser asta cîhanê jî rêzbenda wê 171 e.

Ev lêkolîn li navbera meha adar heta eylûlê hatiye kirin û li gor nirx û bihayê wan pêdiviyên wekî goşt, masî, sewze û mîwe, xwarin, cigare, ciluberg, otombêl, xwaringeh û taksiyan de hatiye eşkere kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button