Polîtîk

Çîn dixwaze li Kurdistanê zêdetir veberhênanê bike

Îro 10.06.2020 Ni Ruchi Konsolê Giştî yê welatê Çînê li Hewlêrê li gel Dr Mihemed Şukrî Serokê Desteya Veberhênana Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.

Li hevdîtinê de Ni Ruchi Konsolê Giştî yê welatê Çînê li Hewlêrê da zanîn ku welatê wan bi berdewam kompanya û karsazên Çînî handide û teşwiq dike ku ji bo bihêzkirina veberhênana li Herêma Kurdistana Iraqê kar û veberhênanê bikin û beşdarî geşkirina aboriya Herêma Kurdistanê de bikin.

Her wiha Ni Ruchi Konsolê Giştî yê welatê Çînê li Hewlêrê beşdariya rêwresma bexşîna 16.000 rûpêçan bi Desteya Veberhênanê kir ku ji aliyê kompanya Promise Çînî ve hatibûn şandin.

Li beranber da Dr Mihemed Şukrî Serokê Desteya Veberhênana Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya welatê Çînê û Kompanya Promise û Konsolxaneya Çînê ya li Hewlêrê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo yarmetîdana kompanyayên Çînî ya ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê de derbirî.

Back to top button