Cîhan
Projeya reformeke bingehîn ji bo polîsan amade dikin

Piştî du hefte destpêkirina xwepêşandanan li çend bajareke Amerîka, demokratên wî welatî li Kongresê proje yasayek ji bo çaksazî û reformê li karûbarê polîsan de amadekirine.
Her çende xwepêşander daxwaza bi dawî hatina karê Polîsan li Amerîka dikin, lê belê hejmarek demokrat û li ser hemûyan jî Joe Biden berbijêrê demokratan ya ji bo Serokayetiya Amerîka wiha bawere pêwîste çaksazî û reformê li karê polîsan da bê kirin.
Li gor nûçeya CBC News, ev projeyasa ya demokratan, guhertineke zêde li sîstema polîsan da pêktê, lê belê hê jî ne zelale tenê ji bo komkirina dengê xwepêşanderane yan bi ciddî ne.