Nivîsar

Çima?

Çep, rast, lîberal, muhafizekar bi kurt û kurmancî hemû alî bi awayekî piştevanîya xwe nîşan dan. Têr nekir, hinekan jê li ser fûze û bombeyên komkujîye navê xwe nivîsîn.

Cano Amedî

Li gorî nûçeyan li 44 bajarên Rûsya li dijî dagirkerîya Ûkrayna xwepêşandin û çalakiyên protestoyî çê bûye. Ji 2000 î zêdetir akademîsyen û rewşenbîrên Rusî li dijî şer bi daxuyanîyeke hevbeş helwestên xwe dîyar kirin. Bi hezaran kes li dijî nerazîbûna xwe nîşan dan û hatin girtin.

Li Ûkrayna hemû beşên siyasî li dijî dagirkerîya Rûsya li gel hukumet û artêşa xwe sekneke netewî nîşan didin û erkên welatparêzîyê bi cîh tînin. Bi sekin û helwestên xwe bala raya giştî ya cîhanê dikşînin ser xwe.

Di dema dagirkirina Kerkûk, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, li bajarên Tirkiyeyê bi girsayîyên mezin, gelê tirk piştgiriya dagirkerîyê kirin. Di mizgeftan de sela û Sûrê Fetih hatin xwendin. Di mizgeftan de wazên nijadperestiyê bi fermana Dîyanetê li hemû bajaran hatin dayin. Bi sedan tariqat, partî û rêxistinên siyasî, civakî piştgiriya dagirkerîyê kirin.

Çep, rast, lîberal, muhafizekar bi kurt û kurmancî hemû alî bi awayekî piştevanîya xwe nîşan dan. Têr nekir, hinekan jê li ser fûze û bombeyên komkujîye navê xwe nivîsîn.

Li Kurdistanê çi bû?

Hişmendîyeke bi çi rengî desthilatdar bû.

Çima li dijî hêzên mêtîngeh û dagirkerên hov helwestên netewî yên hevbeş çê nebû?

Çima bi yek dengî, bi yek rengî li dijî dagirkeran helwestên netewî pêk nehat?

Çima li dijî dagirkeran hişmendîyeke netewî lawaz e?

Çima hişmendiya Baasî û Kemalîstan ewqas bi bandor e?

Çima xwendin û nirxandinên sinifa siyasî ya Kurdî lawaz e, seqet û kor e?

Çima tovê îxanetê ewqas zû şîn dibe? Çima piştgir û aligerên dagirkeran ewqas bi hêzin?

Gelo sedemên dîrokî, çandî, siyasî û civakî çi ne? Sedemên têkçûnê çi ye û çima pêşî lê nayê girtin?

Back to top button