PolîtîkRojev

Biryara Dadgeha Federalî li ser neft û gaza Kurdistanê ne Destûrî ye

Wezîra ji bo karûbarên parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd da xûyakirin ku, biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê li ser neft û gaza Kurdistanê, ne Destûrî ye.

Şandeka hikûmeta Kurdistanê û serokatiya parlementoya Kurdistanê û serokên firaksyonan û çend şêwirmendên parlementoyê li ser biryara dadgeha federalî ya Iraqê li dijî qanûna neft û gaza Kurdistanê civiyan.

Piştî civînê, endama şanda hikûmetê û wezîra karûbarên parlementoyê, Vala Ferîd ji rojnamevanan re got, em wek hikûmetê dibêjin ku qanûna neft û gaza Kurdistanê ne li dijî Destûra Iraqê ye ji ber wê jî biryara dadgeha Iraqê ne Destûrî ye.

Vala Ferîd her wiha di vê derbarê de got: Madeyên 10 û 11 û 12 yên Destûra Iraqê rê daye hikûmeta Kurdistanê da ku qanûna neft û gazê derxîne. Em niha bi hikûmeta Iraqê re di nav danûstandinan de ne li ser vê mijarê û gotûbêj dê berdewam bin.

Wê wezîra hikûmetê da zanîn jî, ewê piştî civîna îro civînên din jî li ser vê mijarê bikin.

Vala Ferid kesayeteke ku demekî serokatiya Parlementoya Kurdistanê kiriye û her weha ew wek kesayetek di qanûnê de gelek serkeftî û zana tê qebûl kirin.

Back to top button