CîhanRojev

DYA di derbarê karanina çekên atomî de bersiva Rusya da..

Malpera Wezareta Berevanî ya Rûsyayê da xûyakirin ku, di dema bersivdana her dijminkariyek li dijî Rûsya û hevpeymanên wê de, çeka atomî bi kar tînin.

Koşka Spî li ser gefên Rûsyayê yên ji bo amadebûna çeka atomî, bersiva Putin da û ragihand: “Ev biryar hinceta şer e.”

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki ji kanala televîzyonê ya ABC ya Amerîkî re ragihand; biryara Putin ji bo amadekirina atomî hinceta şer e û Putin ji bo hinceta şer gefa sexte dirust dike.

Jen Psaki eşkere kir: “Me şandek bo sînorê Belarusê şandiye ji bo guhdarîkirina gotinên Rûsyayê.”

Psaki destnîşan kir; sizadana sektora enerjiyê ya Rûsyayê li ser maseyê ye û got: “NATO gefê li Rûsyayê nexwariye.”

Li aliyê din, Kanada û Îspanya esmanê xwe li ber balafirên Rûsyayê girt.

Di civîneke çapemeniyê de Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen jî ragihand; sînorê esmanî yê 27 welatan li ber Rûsyayê têne girtin.

Ursula Von der Leyen eşkere kir; hejmarek sizayên giran dê bi ser Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko de bisepînin û zextên wan ên li ser Rûsya û Belarusê dê berdewam bibin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen di axaftina xwe de diyar kir: “Em spasiya berxwedana Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dikin.”

Back to top button