Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li şandeka bizava Babîlyon bi serokatiya Reyan Kildanî kir.
Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên Iraqê hat axaftin.
Di hevdîtinê de behsa mafên Destûrî yên pêkhateyan li Iraqê jî hat kirin û hat gotin ku divê ew maf bên parastin û pêkhate jî zêdetir li hev nêzîk bibin.
Şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji rola Herêma Kurdistanê di piştevanîkirina pêkhateyên ayînî û etnîkî jî nîşan da.