PolîtîkRojev

HDP hewl dide Tevgera netewî pûç bike!

HDP ji bo hilbijartinan de, ji derveyê Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet  reya sêyem pêkbîne li gel 7 partiyên çep û sosyalist ên Tirk civîna duyem li darxist û biryara dan ku, karê xwe ji bo Tifaqê berdewam bikin û ji bo vê yekê biryara kordnasyonek hevbeş dan.

Di civînê de HDP, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsa Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Nûnerên Malên Gel amade bûn.

Piştî civênê daxûyaniyek hevbeş hate ragihandin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku wan biryar daye tekoşîna xwe ya siyasî û civakî berfirehtir bikin û li ser vê bingehê; biryara pêkanîna kordînasyoneke hevbeş dane.

Bê guman ev biryar ji berê her tiştekê aliyên Kurd ku li gel HDPê  kaşo di nava `Tifaqa Kurdistanî` de ne neleqeder dike. Ev helwesta HDPê dide xûyakirin berê wan ne li Kurdistanê li Tirkiyeye. Ev partiyên Tirk hemû li ser hev rêjeya dengên wan tu carî nagihe ji % 0.5 jî. Lê HDP dixwaze bi dengê Kurda van rêxistina bi awayekî bêxe parlementoyê de. Ev yek jî manewrak siyasiye ji bo pûçkirina tevgera netewî Kurdistanî li bakurê Kurdistanê.

Back to top button