Yekîtiya Ewropa (YE), Amerîka, Brîtanya û Kanadayê li ser sepandina dorpêç û cezayê herî mezin ê aborî bi ser Rûsyayê de li hev kir. Van welatan biryar da ku, Rusyayê ji sistema SWIFT werê derêxitin. Ev biryar dê wlê bike ku, Rusya ji sistema darayî ji ya cîhanê werê dûrxistin û ev yek dibe sedemek Rusya nikare tu danûstandinek bazirganî sistema banka bi kar bîne . Ev helwest dikare bibe sedemê rûxandina ekonomiya Rusyayê.
Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, ragihand ku Rûsya ji sîstema cîhanî ya bankeyan tê derxistin û ew dê herwiha hewil bidin, olîgarkên rûsî nikaribin li bazarên Yekîtiya Ewropayê danûstandina diravî bikin.