Her şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê ku beriya niha li ser amadekirina belgeya vegera li sîstema parlamentariyê û betalkirina sîstema serokomariyê li hev kiribûn, îro roja 28ê Sibata 2022yan rewrismek li darxistin û belgeya ku li ser li hevkirîn dane nasandin. Herweha serokên 6 partiyên Tirk belgenama “Sîstema Parlamenteriyê ya Bihêz” îmzekirin.
Di rewrisma eşkerekirina belgenameya “ Sîstema Parlementeriyê ya Bihêz“ de, Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu, Seroka İYİ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal amade bûn û axavtin kirin.
Di belgeyê dibêjin ku, sîstema serokomariyê ya niha ku Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê birêve dibe were hilweşandin û ji nû ve Tirkiyê vegerînin sîstema parlamentariyê ku erkên daraz, rêveberî û yasadanînê ji hev bên cuda kirin.
Di belgeya ku ji 23 rûpelan pêk tê de, di gelek warên rêveberiya Tirkiyê, dadwerî û yasayan de di çarçoveya vegerandina sîstema parlamentariyê de, guhertînên bingehîn hatine rêzkirin.