Nivîsar

Çima Serokê Herêma Kurdistanê bala Rojava kişandiye?

Serokê Herêma Kurdistanê pirtirîn bangewazî û kar ji bo ji hev nêzîkkirina alî û pêkhateyan kiriye û hevdem pir pêkut bû ku Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê berdewam bibe.

Cewad Qadir

Nêçîrvan Barzanî di 10 salên piştî 2003an de, serkirdatiya mezintirîn vejandina aborî li Herêma Kurdistanê kir. Wî di wan salan de bingeh berdest kir ku destê tiwêjeya kêmdahat bigihe pere û bazara kar û ji hejariya reha rizgar bibin, di netîceyê de jî alîkariya çêbûna çîna navîn li Herêma Kurdistanê kir. Ev guherîna aborî ku koça berevaj a hevwelatiyan ji xerîbiyê bo Kurdistanê jê peyda bû, guherîneke mezin a civakî jî bi dû xwe de anî û rasterast alîkariya sistbûna şidet û tundrewiya olî kir. Ev rêkarên aborî û siyasî yên Nêçîrvan Barzanî piştî ji nû ve avakirina Iraqa nû, bala Rojava û serkirdên wê kişand û wek nimûneyeke serketî ya hikûmetdariyê li Rojhilata Navîn lê temaşe kirin.

Bihara Erebî, hatina DAIŞê û daketina nirxê petrolê ku bûn sedema koça bikom ji Rojhilata Navîn bo Ewropayê, dawiya dawî bû kabûsa Fransa û Yekîtiya Ewropayê (YE). Li hêlekê nêzîkî yek milyon û nîv koçberan berê xwe dan Ewropayê û li hêleke din bi hezaran ciwanên misilman ên nişteciyên Ewropayê ji bo cîhadê vegeriyan Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê û ewlekariya Fransa û Rojava xistin metirsiyeke demdirêj. Fransa û Rojava naxwazin êdî ev senaryo cih bigire û dubare bibe, lewra palpiştiyê li nêrînên cuda ji bo hukmdariyê li van navçeyan dikin.

Rol û ezmûna Herêma Kurdistanê di bersivdana terora olî de li ba Fransayê giring e. Ev di demekê de ye ku şidet û tundrewiya olî û nijadî li Fransa û Ewropayê, dilgiraniyeke mezin peyda kiriye. Macron mijara ewlekariya Fransayê xist jora bernameya dewletê û dizane ku nearamî li Rojhilata Navîn, bandorê li ser ewlekariya Fransa û Ewropayê jî dike. Şêwirmendên nêzîkî Macron berî geşta wî gotin, Rojhilata Navîn bêyî Iraqê aram nabe û Iraq jî bêyî çarekirina pirsgirêkên xwe bi Herêma Kurdistanê re aram nabe.

Ji bo vegerandina aramiyê li Iraqê, Macron palpiştiya nêrîn û tevdîrên Serokê Herêma Kurdistanê dike di pêşvebirina pêkvejiyana gelan û jinavbirina şideta olî li Rojhilata Navîn de. Serokê Herêma Kurdistanê pirtirîn bangewazî û kar ji bo ji hev nêzîkkirina alî û pêkhateyan kiriye û hevdem pir pêkut bû ku Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê berdewam bibe. Serokê Herêmê ji bo vê babetê bi berdewamî bi serokên welatên navçeyê re wek Tirkiye, Urdin, Îran û Kendavê di danûstandinê de bû û pêşwazî li hewldanên wî hat kirin. Ev j Fransa û Rojava re giring e.

Nexşerêya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina Iraq û Herêma Kurdistanê ji wan kirîzên ku di wan de wer bûne zelal e: Zehemt e ti hêz, partiyek, pêkhateyek an sekirdek bikare bêyî palpiştiya hêz, partî, pêkhate û serkirdên din Iraq an Herêma Kurdistanê birêve bibe. Heke Iraq dixwaze serwerî lê vegere û heke Herêma Kurdistanê bi nêt e pêvajoya siyasî bixe rêya rast, divê ne tenê bingehê ji bo beşdariya hemû aliyan berdest bikin, lê belê pêwîst e alîkariya wan aliyan bikin ji bo hatina nav xeleka hukmdariyê. Ji bo vî karî, divê nasnameya her pêkhateyekê were naskirin û hevwelatîbûn wek mafekî sereke were parastin û pêşxistin. Ev pêkvejiyana aştiyane ya gel, hêz û pêkhateyan misoger dike.

Ev nexşerêya ku ji bîr û baweriyên Serokê Herêma Kurdistanê zaye, nêzîkiyeke wê ya zêde bi wê bîr û baweriyê re heye ku Serokê Fransayê jî ji bo pêkvejiyanê hem li Ewropa û hem li Rojhilata Navîn heye. Fransa welatê nêzîkî 10 milyon hevwelatiyên biyanî ye ku bêhtirî çar milyonan ji wan misilman in û YE cîwarê nêzîkî 40 milyon biyanî ye ku nîvê wan ji welatên misilman hatine. Geşbûna bilez a partiyên rastgir û nijadperest li seranserî Ewropayê, egera rûbirûbûna navbera pêkhateyên Ewropayê der dibire, di demekê de ku hem Fransa û hem jî Ewropaya piştî kirîza 2008an, di şikestina aborî de ne û her pevketinek dikare şîrêza YE bi temamî têk bide.

Lewra, ji bo Rojhilateke aram, aramiya Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve yekalîker e. Nexşerêya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Iraq û Kurdistanê alîkariya ewlekariya Rojhilata Navîn dike. Lewra jî Macron, civaka navdewletî û welatên cînar piştevaniya wê nexşerêyê dikin. Her diçe ev nexşerê bêhtir baweriyê bi serkirdên Iraq û navçeyê tîne ku ji bo berjewendiyên hevpar piştgiriya wê bikin.

Jêder: Rûdaw

Back to top button