CivakRojev

Dijeterora Kurdistanê hûrgiliyên êrîşa li ser Balafirgeha Hewlêrê belav dike

Dijeterora Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa şeva borî ya ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de belav kir.

Piştî demjimêr 12:00ê şevê, bi riya çend droneyên bombekirî, êrîşî li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Dijeterora Herêma Kurdistanê hûrgiliyên derbarê êrîşê de belav kirin û ragihand, êrîş bi riya du droneyên bombekirî re hate kirin.

Derbarê ziyanên êrîşê de, Dijeterora Herêma Kurdistanê da zanîn ku di êrîşê de ti ziyanên canî nebûn.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî ji K24ê re ragihand, ji bilî ziyanên madî, ti ziyanên canî di encama êrîşê de nebûn.

Back to top button