PolîtîkRojev

Brîtanya piştgîriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat dike

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz David Hunt Konsolê Giştiyê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatinê, pîrozbahiya destbikarbûnê lêkir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, hemû piştgîriyek jî ji bo serxistina kar û erkên wî de nîşan da. Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên du alî û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Yekgirtî kir.

Birêz Konsolê Giştiyê Brîtanya ronahî kir ku plan û bernameyeke tije ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê de heye û li gel tîmê xwe kar li ser dike. Her wiha pêgiriya Şahnişîna Yekgirtî ya bi berdewamiya piştgîrî û aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir û pesnê alîkarî û hemahengiya Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Berevaniya Brîtanya kir.

Karkirina ji bo berfirehkirina warê bazirganî û sermayeguzarî û çalakiyên kerta taybet ya li navbera her du aliyan da, rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, kêşeyên Hewlêr-Bexda, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û metirsiyên serhildana Da’îş, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, pêşketinên navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên dinê hevdîtinê bûn.

Back to top button