Çima Dewleta Serbixwe?

Şerefxan CizîrîBila Kurd dewleta xwe ya netewi ava bikin an jî têgeha dewleta serbixwe biavejin ser sergoyan? Nıqaş îro di nava Kurdan li ser vê dîtinê formata xwe digire. Heçi Kurdperwer û Kurdistanî ne doza dewleta netewî dikin. Kurdistanek Serbixwe dixwazin. Kurdistan ji weke hemu netewên dinyayê divê bibe xwediyê dewleteke serbixwe. Rêzana dinyayê wilo avabûyê, pêwendiyên navnetewi li ser vê avaniyê birêve diçin, temsila miletan li ser vî bingehî kom dibe. Bazirganî, xak, geşedan, perwerde, kultur, spor, arteş, maf, hûqûq, dîrok, medya, ekonomî, edebiyat li ser van bingehan dibe xwediyê nasname. Legalîsazyona xwe ji vê rastiyê digire. Miletên ku li dinyayê hene bi rêya dewletbûnê derdikevin ser dika navnetewî. Miletên ku dewleta wana tune ye jî îro brîndarin, xulamê hinekan e, keda wana tê çewsandin, mal û milkên wana talan dibin, ji bêçaretiyê dîkên wanan jî li ser sergoyên biyaniyan bang didin. Dîroka van miletan dîroka jenosid û asmilasyonê ye…Ji ber van rastiyan û gelekên din jî, Kurdperwer doza dewletbûnê dikin…Yên ku naxwazin Kurd bibin xwedî dewlet jî, pêşî dagirkerên welatê me ne, dûra, hinek Kurdên sergêj in, dûra, çepên ku duvikên dewletên dagirkerin, dûra, çepên ku bi rastî ne çepin…Gava ku mirov weke pratik û teori li ser çepiti û sosyalîzmê xwediyê zanebûnên civatî û dîrokî be, eşkere xuyadike ku çepitî û sosyalîzm ne li diji dewletbûnê ye. Berovajî, çep û sosyalîstan eşkere li dinyayê piştgirtiya tevgerên rızgariya netewî kirine, madî manewî alikariya wana kirine, xwedi li doz û mafên wana derketine…Bi kurti li dîroka Asya, Efriqa û Emerika Latin temaşe bikin û hûnê bi zelalî bibînin ku çep û sosyalîstan bi dilgermî piştgirtiya gelek miletan kirine ku dewleta xwe ava bikin. Rastiya dîrok û civata van welatan wilo pêş de çûye; Vietnam, Kuba, Kamboçya, Tanzaniya, Gine Bisau, Angola, Mozambik…Lê gava ku em têne Kurdistanê û li pratik û teoriya çepitiyê dinêrin, mirov vê zelaliya ku formata xwe li deverên din yên cîhanê girtiye, li welatê me mirov vê zelalî ye baş nabinin. Gelek caran dewletên ku bi navê sosyalıstî bangî xwe kirine aligirê dewletên dagirker û kolonyalîst bûne. Berjewendiyên dewleta xwe û rikberiya sîstema cîhanî kiriyê ku ev “sosyalîst” ne weke sosyalîstan tevbigerin.Di Rojhilata Navin de tenê di mesela Filistînê de hinek zelalî çebûye.Di vê helwesta neheq de ku li himberî netewa Kurd tê meşandin him gunehê wan dewletan heye û him jî gûnehê çepên Kurdan hene. Em baş dizanin ku çepitiya Kurdan tucara nebû helwesteke entelektueli, navnetewî, felsefî, dîrokî û nekete nava partiyên sîyasî. Girseyî van partiyên ku bi navê sosyalîzmê bang xwe dikirin, tenê bi serê lêvan bibûn sosyalîst. Sosyalîzma van partiyan beravêtî bû. Ji bona Kurdistanê tu modelên pêşketinê jî dernexistin pêş. Çepên Kurdan teori û ideolojiyên ku li derveyî rastiyên Kurdistanê dihatin afirandin vedigûheztin nava hişmendiya Kurdan. Ji zanebûnên felsefî, dîrokî, iktisadî bêtir çepên Kurdan giraniya xwe didan sloganan, didan fikrên hişk û hola, didan propaganda, didan jiberkirina pirtûkan û dogmatîzma raman pêşde dixistin.Lê li ser cıvata Kurdan tu zanebûnên birêkûpêk nediafirandin.Ango çepitiya Kurdan nebû Kurdistanî û ew her li welêt bîyanî ma. Ji ber wilo jî zû periyên wana weşiyan û ji derb de ketin. Bi wextê re jî ji cehwera sosyalızmê bi dûr ketin û bûn weke tevgereke oldar. Nav çep bû lê format bi xwe oldar bû. Di bin navê çepitîyê de şêx û mırıd pêde bûn û pêwendiyên wana jî bûn siyaseta sereke.Ji bona mînak; Em dizanin ku cıvata Kurdan ji gelek eşiran pêk dihat, çepên çeqilmast pêşî êriş birin ser eşirên Kurdan. Eriş birin ser axa û began, ser makul û oldaran. Ne weke tevgerên netewi, lê bêlê weke tevgerên çinayetî helwest girtin. Baş tê zanîn ku pirsa Kurdan beriya her tiştî pirseke netewi bû, hemû kurdan elaqedar dikir. Ji bêdela ku çepên Kurd oldar, beg û eşirên Kurdan bixin ser rêya netewayetiyê, eşirên Kurdan, grupên çepgir ji berberiya navxwe re bikartinin. Malbat û eşiran çepgir xistin bin bandora xwe. Eşirên ku bi salan di nava siyaset û berberiyê de pijyabûn, çepgirên çeqilmast kirin weke xwe. Ango siyaset berûpaş zivirî.Zarokên gundî û eşiran bi carekê re bîbûn proleterya! Wana li kargehên ku li Kurdistanê tunebûn de kar dikirin û di berê jî sirûda enternasyonal digotin!Ma ne xêra Xwedê bû!Heta îro jî ev helwesta berûpaş di rojevê de ye.


