Cîhana piştî Koronayê

Li dawiya meha 11 li Çînê şewba Kovîd-19 (Koronavirus) serî hilda, her zû li seranserê Çînê û paşan li hemû cîhanê jî belavbû, ji ber vê belavbûna bi leza virusê, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî(WHO) ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve virusê navbirî bi pandêmiya da niyasîn.

Derketina Kovid-19 bandorek mezin li ser tendirustî, aborî, siyasî, peywendiyên navdewletî û hwd. hebûye û dê hebît jî. Renge derketina Kovid-19 (Koronavirus) wekî rûdaneka cîhanî, wek herifîna dîwarê Berlînê yan wekî kûştina welî ehdê Nemsayê li pêşiya cenga cîhaniya yekem, kartêkirineka yekser û ji nişkekêve neket ser sîstemê cîhanê û peywendiyên navdewletî, lê hetmen pandêmiya Kovid-19 dê bîte egerê guherîna balansa hêza siyasî, aborî û dê bîte egerê guherîna dîtina cîhanê ji buy çemkê dewleta bihêz. Ev guherîne girêdayî maweyê man û qebareya zerera pandêmiya navbiriye.

Helbete her ji destpêka dîrokê, mirovayetî tuşî gelek Epêdêmiya û Pandêmiya bûye, gelek caran Epêdêmiya û Pandêmiya bûyne egerê dirustbûna guherînên bingehîn di şaristaniyên mirovayetiyê da, mîna Epêdêmiya Fokodîd (Epêdêmiya Atîna) li sala 429 p.z. li bajarê Atînaya Yunanîstanê, ku li gurey dîroknivîsê Yunaniyê navdar Fokodîdî her roj 10 hezar mirov dimirîn û gelek kartêkirin li şaristaniya Yunanîstana kevin kir. Epêdêmiya fokodîdî yek ji egerên ji navçûna yekem demokratiyet bû di şaristaniya Rojavayî da. Her wesan Epêdêmiya Cistînyan li Împaratoriyeta Bîzansî li sala 540 z. heta 750 z. kartêkirina mezin hebû li ser dîroka Împaratoriyeta Bîzansî û şaristaniya cîhanî li wî serdemî. Epêdêmiya cistîniyan bû egerê rawestandina hêrişên Împaratoriyeta Bîzensî ji bo Rojavayî û êdî Împaratoriyeta Bîzensî heta dawiya jiyana xwe nekarî sînorên xwe yên berê vegerîne û ev rawestandine paşê bû egerê serhildana dewletên Germanî û dirustbûna valahiyek mezin li Rojhelatî. Renge hêş zû bît kartêkirina pandêmiya Kovid-19 di gel kartêkirina pandêmî û êpêdêmiyên din yên dîrokê hember bikeyn. Çunkî heta niha pandêmîya navbirî bi dawî nehatiye û em nizanîn dê kengî bi dawî bêt, lê ji ber hebûna çend egerên subjektîv û objektîv di sîstemê cîhanî û peywendiyên navdewletî da, hindek prose destpêkirîne ji berî hatina virusê navbirî ku mirov dikarît li ser vî bingehî hindek pêşbîniyan biket û çaverêyê hindek guherînan biket li ser astê takekesî û navdewletî. Pandêmiya Kovid-19 wekî tîsteke ciddî û seranserî bû, ji bu hemû dewletên cîhanê ka heta çi radeyê dikarin welatiyên xwe biparêzin û xwe li ber qeyran û krîzên ciddî dikarin bigrin.

Guherîna balansa hêzê û bihêzbûna rojhelatî li ser hesaba rojavayî

Her pênç sîstemên peywendiyên navdewletî her ji rêkeftina Westfalya li sala 1648 z. heta niha, balansa hêzê yek ji bingehên girîngên sîstemên peywendiyên navdewletî bû, her wesan hevrikiya di navbera rojavayî û rojhelatî da gelek ji wê dîrokê jî kevintire, li sala 1991 li ser bingehê têkçûna balansa hêza aborî di navbera Yekîtiya Sovyet û Amerîka da, sîstemê cîhanî ji cîhana dû cemserî beref cîhana yek cemserî ve çû. Piştî ji navbirina Yekîtiya Sovyet li qada peywendiyên navdewletî balansa hêzê bi wateya xwe ya dîrokî hat guherîn. Li cîhanê tenha super-zilhêzek ma û gelek dewletên din yên bi hêz, lê rewş bi vî rengî gelek nekêşa, bi taybet piştî bi hêzbûna siyasî ya Rûsya û bi hêzbûna aboriya Çînê êdî hêdî hêdî cîhan beref balanseka din ya hêzê ve çû. Ji ber vê çendê jî demê li sala 2017 Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkî stratejiyeta asayîşa netewiya Amerîkî ragehandî, pişka şêrî di vî stratejiyetê da, ber bi bersing girtina dewletên zilhêzên din yên cîhanê diket û hest bi nîgeraniya Amerîkî hemberî guherîna balansa hêzê li cîhanê dihat kirin. Derketina virusê Kovid-19 ne goncayî bûna stratejiyeta navbihûrî xûya kir. Çunkî heta eger Amerîka bimînît wek super-zilhêza cîhanê, lê bi tenhayî nikarît ne xwe û ne cîhanê biparêzît, hemberî metirsiyên ciddî û çarenivîssaz û her wesan çunkî kartêkirina Çînê li ser hemû cîhanê di vê krîzê da diyar bû ku ji berî niha digotin: “Eger Amerîka bi kuxît dê hemû cîhan tayê girît”. Lê di krîza Kovid-19 da bo cîhanê xûya bû, eger Çîn bihelngivît dê cîhan hemû kevît û cîhan di riyalek din da niha dijît û bandora Çînê li ser aboriya cîhanê gelek bi hêz bûye.

Helbet li gorey feylesofê Ingilîzî Tomas Hubz her destpêkê armanc ji dirustkirina dewletê xwe parastin bûye, heta niha jî destnîşankirina bi hêzbûn yan bêhêzbûna dewletê li ser vî bingehî dihêt pîvan ka dewlet heta çi radeyê dikarît welatiyên xwe ji metirsiyên derve û navxwe biparîzît. Di qeyrana kovid-19 da derket gelek ji welatên rojhilatî mîna Çîn, Koriya Başur, Sîngapur dikarin baştir welatiyên xwe ji metirsiyan biparêzin ji welatên rojavayî mîna Îtalya, Brîtanya mezin, Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ev çende jî dê kartêkirinê li ser nêrîna dewletên rojavayî di ayindeyî da biket.

Bihêzbûna çemkê dewlet netewe û lawazbûna globalîzmê

Piştî bi dawî hatina cenga cîhanî ya duyem herdû zilhêzên cîhanê Yekîtiya Sovyet û Amerîka, dewlet-netewe li cîhanê wek rêgir ji buyî berjewendî û planên xwe dîtin. Li wan her dû zilhêzan kar li ser lawazkirina çemkê dewlet-netewe kir, bi taybet piştî ji navbirina Yekîtiya Sovyet, Amerîka globalîzma aborî, siyasî, kulturî wekî proje xwe û ayindeyê cîhanê pêşkêş kir ku bingehê vî projeyî nermkirina sînorane û lawazkirina dewlet-neteweyane li hemû cîhanê. Lê li van salên dawiyê li seranserê cîhanê bi giştî û li welatên rojavayî bi taybetî arasteyekê cûda û cawaz diyar dibît ku pêk dihêt ji bizavên rastên netewî. Nîjadperestî û konsêrvativ li gelek welatan jî mîna Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Brîtanya yê nûnerên vî rewtê siyasî hatin ser desthelatê. Helbete kar û programê wan di gel globalîzekirina cîhanê naguncin. Çunkî bizavên navbirî pitir kar li ser xurtkirina dewlet-netewe diken û proseyên entegrasyonê wek projeyên asîmîlasyon û ji navçûna xwe ya şaristanî dibînin. Her wesan di gel derketina virusa Kovid-19 gelek dewletan sînorên xwe daxistin û her dewletekê pitir bala xwe de ser navxweya xwe û kesê hizir di Yekîtî û Entegrasyonên xwe da nekirin û dewlet-netewan gelek desthelatên xwe berfirehkirin ji bo kontrolkirina rewşê. Lê li demê qeyran derbas dibît gelek bi zehmet êdî dewlet-netewe dest berdarî van desthelatan bibin. Renge cîhan berev cîhaneka kêmtir vekirî û kêmtir entegrasyonî û kêmtir azad ve biçît. Di vê çarçoveyê da rêveberê peymangeha şahaneya Brîtanî ji bo peywendiyên derve Robên Nîblît di daxuyaniyekê da ji bo kovara Foreign Policy dibêjît: “Gelek bi zehmete êdî cîhan vegerîte hizrên globalîzma sûdbexş ku ev hizra ya zal bû li destpêka sedeya 21. serkirdeyên siyasiyên hemû cîhanê gerek bi dîsiplîn kar bikin ji bo parastina hevkariya navdewletî û rêkê hemberî hevrikiyên jeopolîtîkî bigrin. Her wesa serkirdeyên cîhanê pêtivî ye ji bo gelên xwe diyar biken ku wan şiyanên derbaskirina qeyrana Kovid-19 hene. Helbete her serkirdekê bişêt di vê qeyranê da serbikevît dê sermayê xwe yê siyasî zêde ket û her serkirdê binbikevît gelek bi zehmete ji bo binkeftina xwe muberîratan peyda biket”.

Jêder:
историк Давид Эйдельман: История великих эпидемий, изменивших мир

https://ru.wikipedia.org/wiki/%D0%AE%D1%81%D1%82%D0%B8%D0%BD%D0%B8%D0%B0%D0%BD%D0%BE%D0%B2%D0%B0_%D1%87%D1%83%D0%BC%D0%B0

Mihemed Teterxan

Nerîna min :