Cîhan

Bill Gates ji Amerika dixwaze jiyana asayî bê rawestandin

Damezrênerê Kompanya Microsoft daxwaza zêdetirkirina hewlên ji bo rûbirûbûna Korona li Amerîka dike û rawestandina jiyana asayî jî wekî hengavekî serekiya serkeftina vê rûbirûbûnê bi pêwîst dizanê.

Bill Gates ragihand rewşa Amerîka bi cûreyek nîne ku heta 12ê mehê asayî bibê, ji ber ku hejmara tûşbûyan û miriyên bi Korona li bilind bûnê daye.

Gates ku li sala 2015 da hişyariya belavbûna şewbek da û got: Divê jiyana asayî li seranserê Amerîka da heta şeş heftiyan heta ku 10 hefte rawestê. Her wiha divê pişkinîn bêne zêdekirin û kêşeyên tendirustî bêne çareser kirin.

Damezrênerê Microsoft balkişand li ser wê yekê û got: Rawestandina jiyana asayî li seranserê welat da ziyanekî darayî ya mezin dibê, lê belê alternatifa wê xeraptire.

Gates her wiha rexne li hengavên îdareya Trump girt û got: Rêkarên ji bo rûbirûbûna Korona gelek hêdî û bêseruberin û bi pêwîstî zanî ew kar bêkirin ku Hikumeta Çînê li beşekî welatê xwe bi cîh kir. Ew jî girtina wan cihan bû heta ku kontrolkirina nexweşiyê.

Her wiha zêdetirê 617.000 kes li cîhanê tûşî Korona bûn û ji wê hejmarê jî 28.377 kes canê xwe ji dest dane. Her wiha 137.336 kes başbûne.

Zêdetirîn tûşbûyên şewba Korona li Amerîka hatine tomarkirin ku hejmara wan 104.277 kese, her wiha heta niha 1.707 kes canê xwe ji dest dane û 2.525 kesên din jî başbûne.

Back to top button