Polîtîk

Encama rapirsiya Kurdistanê hate belavkirin

Wezareta Plandanana Hikumeta Herêma Kurdistanê encama rapirsiyek li ser wan rêkarên ji ber belavbûna şewba Korona li ber girtine, belav kir û li encamê 49.037 kes ji her dû regezan(Nêr û Mê) têda beşdarbûn û zêdetirê beşdarbûyan ji rêkarên hikumetê ji bo rûbirûbûna Korona razîne û li gel tundkirina zêdetirê rêkaran û dirêjkirina dema rêkaran dane.

Li encama wê rapirsiyê da ku 48 demjimêr bû, aliyeke dinê civaka Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku ew jî eweye regeza mê bi rêjeya % 44.6 beşdarî kirine û li beramber da regeza nêr %55.4 beşdar bûye, eve jî nîşana eweye ku niha regeza mê bi rêjeyeke berbiçav dikarin teknelojiyê bikarbînin.

Li gor encamên wê rapirsiyê zêdetirê beşdarbûyan li vê demêde rûbirûyê kêşeyên wekî: Aborî, civakî, bêkarî, perwerdeyî û tendirustiyê bûne, lê belê li gel ewe da jî % 86.4 ê beşdarbûyan li wê baweriyêdane, Hikumeta Kurdistanê li vê rewşê da berpirsiyariya xwe kiriye û li rêkarên hikumetê razîne. Di demek da bi rêjeya % 8.8 li wê baweriyêdane, berpirsiyariya hikumetê li vê rewşê da nîv bi nîve. Heman demî de tenê %4.8 ê rêjeya beşdarbûyan dibêjin: Hikumet li rêkarên rubirûbûna Korona li asta berpirsiyariya xwe da nebûye.

Back to top button