Polîtîk

Qedexeya hatin û çûnê jiyana hezaran welatiyan parastiye

Wezîrê Tendirustî: Qedexeya hatin û çûnê jiyana hezaran welatiyan parastiye

Li daxuyaniyek de Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiyê Hikumeta Kurdistanê tekez kir ku rêkarên qedexeya hatin û çûnê û karantînekirinê encameke xwe ya gelek erênî hebûye.

Li daxuyaniyê de Wezîrê Tendirustiyê tekez dike û dibêje: “berdewamiya qedexeya hatin û çûnê û karantînekirina berketiyan, jiyana hezaran welatiyan ji tûşbûna şewba Korona parastiye”.

Eve di demek daye, piştî belavbûna şewba Korona û berî gihîştina wê ya axa Herêma Kurdistanê, Hikumeta Kurdistanê rêkarên taybetî ji bo rûbirûbûna wê şewbê li ber girt, ewe jî karantînekirina wan kesên ji derveyê welat vegeriyane û piştî tomarkirina yekem haleta tûşbûnê jî biryara qedexeya hatin û çûnê û derketina derveyê malê ragihand.

Back to top button