Dosya

Almanya ji 2012 ve amadekariyê ji bo rûbirûbûna Korona kiriye

Malpera Korktîva Almanî raporek belavkiriye û têda bi hûrî balê dikşîne li ser wan rapor û zanyarî û belgeyên Hikûmeta Federala Almanya ku behsa serhildana şewbeke li Asya û veguhestina wê ya Ewrupayê dike û sala 2012 ku dibê sedema kêşeyeke mezina tendirustî û aborî li cîhanê de.

Nivîskar û youtuberê navdarê Almanya Hayko Şrang dûbare wan belgeyan belavkir û pirsiyar û gumanên li ser wan zanyariyan dirust dike ku Hikumeta Federalî li sala 2012 di derbarê wê şewbê de belav kiriye û dibêje, ew zanyariyên ku wê demê hatin belavkirin, bi beramber rewşa niha ya şewba Korona ti cûdahiyek nîne û wekî hevin. li gor awa û şêwazên wê şewbê wê demê hatiye behskirin û niha hebûna wê heye.

Li babetê de hatiye, belgenameyên Hikûmeta Federala Almanya şewbê bi “Modî Sars” bi navkiriye, eve jî take cûdahiye ku ewê niha heye navê wê Kovîd 19 e. Belavkirina wan belgeyan û pirs û gumanên Hayko Şrang xelkê Almanya tûşî sosretê kirine, wekî li belgeyên de hatiye ku Hikûmeta Federal pêşbîniya rewşeke bi vî awayî dike û li 2012 ve jî bi awayeke nihênî dest bi amadekariyan kiriye.

Her çende beşek ji çavkanî û medya behsa ewe dikin ku belge nihênîne, lê belê Hayko ewe red dike û dibêje belgenameyên Hikûmeta Federal ku ji 2012 ve hene bi tu awayekê ne nihênî ye, belkû ajansa federal ji bo parastina xelkê medenî û bi hanaveçûna di demên karesatan ewê li malpera fermî bi xwe belavkiriye û egera belavbûna şewbê li wê cûreya li Almanya û li ber girtina rênimayiyên guncav xistiye rû.

Belgename pêkhatiye ji raporekî dûr û dirêjê Ajansa Parastina Xelkê Medenî ji karesatan ku li 03.01.2013 pêşkêşî Parlemena Federalî kirine bo ku rizamendiyê li ser li ber girtina wan rênimayiyan bide ku tê pêşbînî kirin li 10 salên pêş li Almanya rû bidin.

Ajansa Federalî ya Parastina Mirov û Rûbirubûna Karesatên Xwezayî li 2012 ve belavbûna şewbek kiriye raporê daye Parlemena Almanya

Back to top button