Civak

Çeteyên rejima Suriye parêzerek rewandin

 
Di van rojan de çeteyên rejîma Sûriyê li hin deverên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, li pey penaberên ku ji ber  wehşeta rejîma Beşar Esed reviyane digerin û wek nijdeyên nêçîrvan wan digirin û direvînin, dibin Sûriyê.

Berî demekê ebûqatek bi navê M.E. ji ber zilma rejîma Sûriyê reviyabû û çûbû bajarê Entakyayê û ji xwe re xaniyekî kirê kiribû û tê de rûdiniş.

Parastina rejîma Sûriyê zû ageh ji ebûqatî wergirtiye û nijdeyeke çarkesî hinartiye Entakyayê da Ebûqatî bigirin û  bi saxî werînin Sûriyê. Helbet xeberwergirtina ji Ebûqatî jî, babetê lêkolînekê ye ka çewan xeber jê wergirtine û kê xeber daye wan.

Nijdeyek ji çar kesan bi riyên bêyasayî sînor derbas kirine û çûne ketine mala Ebûqat M.E. û dest û çavên wî girêdane, ew xistine teqsiyekê û wî bi xwe re birine.

Lê belê polîsên Tirkiyê jî zû ji revandina ebûqatî agehdar bûne û ketine pey çeteyên Sûriyê, ew li nêzê deriyê Yayladagiyê di nên qadeke bi daristan de dorpêç kirine.  Îcar hefad û xweşmêrên Beşar Esedî çek li pêşber polîsên Tirkiyê bi kar anîne û şerekî mêrxasane kirine. Piştî ku du ji wan birindar bûne, ebûqat jî bê ku xisarek geha bê, sê kesên Sûyî û pênc jî hevkarên wan ên hemwelatiyên Tirkiyê ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

Rojeva Kurd

Back to top button