Polîtîk

Şerê li ser budceyê berdewame

Daxuyaniya sêyem a Wezareta darayî û aborî di daxyaniyeke nû de besiva odeya lêkolînên aborî a Tevgera Goranê dide û dibêje ku, odeya lêkolînên aborî a ser bi Tevgera Goranê ve di yek ji raportên xwe de behsa budceya sala 2013ê a herêma Kurdistanê  dike û li dor dahatiniyê firokexaneyên herêma Kurdistanê dinivîse: “Firokexaneya Hewlêr û Silêmnaiyê salane ji budceya giştî pereyekê mezin ji bo xerciyên rojane û pirojeyan werdigirin, lê dahatiniyê wan firokexaneyan miqayse digel xerciyên wan gelek kêmtir e.” Herwesa odeya lêkolînên aborî a Goranê dinivîse: “ji bilî vêna jî dahatiniyê wan firokexaneyan weke xericî jê re tê hisab kirin û 32 milyar û 559 milyon dînar ji  budceyê bo hatine berdest kirin.”

Armanca odeya lêkolînên aborî a Tevgera Goran eve ku, wisa nîşa xelkî bidin ku, dahatiniyê firokexaneyan gekel jê wê ya ku, hatiye diyar kirin zêdetire lê veşartiye. Li gor raporta Tevgera Goranê dahatiniyê firokexaneyan têra rêvebirina tev karûbarên wan dike ku, ev yek jî ji rastiyê dûre. 

Wezareta darayî û aborî di daxuyaniya xwe asêyem de dibêje ku, armanca hikûmeta herêma Kurdistanê ji avakirina firokexaneyan ne meseleyeke ticaretî û bazirganiyê û jibona qazanckirinê ye, lê ew firokexane ji bo herêma Kurdistanê destkeftiyên gelek mezin in û herêma Kurdistanê bi cîhanê ve girê didin. Ew firokexane seferên hevwelatiyan hêsan dike û pirosesa vadankirin, investkariyê û têkeliyên diplomasî xurt û berfireh dikin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê du firokexaneyên navdewletî li Hewlêr û Silêmaniyê avakirine û gelek  xetên asîmanî yên navdar sefaran bo wan firokexaneyan dikin. Wan firokexaneyan berdewam pêwîatî bi nûkirin, berfirehkirin û nûjenkirinê heya da li gor standadên navdewletî di rêxistina firokewaniyên cîhanî de  endametiyê bidest bîne.


Ji bona ku, ji bo hevwelatiyên Kurdistanê
hertişt zelal bibe û tevgera Giranê jî nanê xwe bi qûtê xelkî nexwe, hûrgiliyên dahatinî û xerciyên firokexaneyan bi şefafî di budceya sala 2013ê destnîşan kirine.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di reşnivîsa budceya sala 2013ê de dahatiniyê firokexaneyan bi 31 milyar û 876 milyon dinar texmîn kiriye

Jêderên dahatiniyê:

  1. 1- Dahatiniyê firokeyên li firokexaneyên herêma Kurdistanê geştên xwe dikin ku, ew buha jî saziya firokewaniya Îraqê diyar dike û civata wezîrên Kurdistanê daşkandina buhayê dadana firokeyan daya dest rêvebirya her du firokexanyan daku, xetên asîmanî yên cîhanî teşwîq bikin rû li herêma Kurdistanê bikin.
  2. 2- Dahatiniyê xizmetgozaryên li ser erdê firokexaneyan pêşkeşî xetên asîmanî û firokeyan tê kirin.
  3. 3- Dahatiniyê bikirêdana dikan, xwarigeh û bazarên azad li nav termînalê firokexaneyan
  4. 4- Ew baca remzî yaku ji misafiran tê wergirtin.

Xercî:

  1. 1- Meaş û alîakriya fermanberên her du firokexaneyan ku 1014 fermanber in.
  2. 2- Xerciyên 3366 karmendên asayîş, gomirk, pilîs, îqame, diktor û karmendên saxlemiyê, karmendên agirvemrandinê, beytere, bank, kinc û xwarina karmendan.
  3. 3- Xeciyên kontiraktên digel pispor û şarezayên warê firokewabiyê yên biyanî.
  4. 4- Xerciyên cihê yên 276 otomomîlên taybet firokexaneyan
  5. 5- Xercî çakirin û nûjenkirina amêrên taybet bi firokexaneyan ku, bi buhayekî gelek giran ji aliyê kompaniyên cîhanî û pispor ku, wan bi xwe ew amêr û alet çêkirine.
  6. 6- Xerciyên taybet bo dewreyên rahînanê û perwerdekirina kadiroyan.  Bi tenê li firokexaneya Silêmaniyê 850 karmend bi devey welêt hatine şandin û 2800 jî li navxwe li herêma Kurdistanê kurs wergirtine.

bi vî awayî zelal dibe ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bon apêşxistina firokexaneyan ku, di esas de jib o qazancên madî nehatine çêkirin, tevî dahatiniyê wan dive xerciyên pêwîst jî bê dabîn kirin.

Back to top button