Srokkomarê Tirkiyê Ebdulah Gul, du zagonên ku du-sê roj berê li Parlemanê bi niqaş û kulmikan hatibû pejirandin, pesend kirin.
Xalek ji wan, axaftina girtiyan bi zimanê wan ê neteweî ye.
Xala diyem jî derfet heye ku girtiyên bi jin ên di girtîgehan de, hevdîtin bi jinên xwe bi tenê bikin.
Piştî ku serokkomarî ev zagon pesend kirin, wê di rojnameya fermî de bêtin weşandin û dikeve bikaranînê.