Kultur

Çend Derew

Derewkirin, di mirovan de tiştekî genetîk e (wîrasî). Ew bi mirovan re heta mirinê dijî.

Her însanek bi şêweyekî derewan dike. Hinek, dema ku derewan dikin, yekser mirov tê derdixîne ku tiştê ew dibêje derew e. Nizanin xwe veşêrin, yekser xwe didin dest. Lê tu nikarî bidî rûyê wî û bibêjî “tiştê tu dibêjî derew e” mirov mucamele dike û dibêje: “Belê tu gelekî rast dibêjî”.

Derewkirin kulturek e. Di nava hemû miletan de, di nava hemû ol û dînan de ew kultur heye.

Hinek hene heta ku dibin serokdewlet jî dîsa derewan dikin. Serokdewletî rê li pêşiya derewkirinê nagire. Derewên serokwezîr û serokdewletên welatên rojava gelek caran ji rojnameyan re dibin manşêt.

Di vî warî de psîkolog dibêjin, ji bo ku mirov derewekê bike, mêjiyê xwe pir diwestîne, yanî di dema derewkirinê de mêjî gelekî diweste.

Hinek kes hene di derewkirinê de gelekî şareza û profesyonel in. Dema ku derewan dikin, wan derewên xwe bi mirov didin bawerkirin, tu nikarî zû zû pê bihesî ku ew derewan dike. Heta dawiyê, weke ku ew rast dibêje, mirov lê guhdarî dike.

Hinek formên derewan hene, bawer dikim rojane bi me re derbas dibin. Bila kesek xwe aciz neke, tiştê ez li jêr binivisînim, wê hatibe serê we hemûyan. Yan we bi xwe kiribe, yan jî kesê li hember we, aniye ser we.

–         “A niha min dixwest ji te re telefonê vekim…”

–         “Biborîne, ev çend rojin min telefona xwe wenda kiribû”

–         “Min numreya te li cihekî nivîsandibû, min wenda kiriye”

–         “Divê ez zû biçim karekî min derket”

–         “Waaa, mirovê qenc li ser navê xwe tê”

–         “Çend carin li te digerim tu bersivê nadî”

–         “Çiqas min hez dikir tu jî di nava me de bayî!”

–         “Min nikaribû bersiva te bidim, ji ber ku min nikaribû Yahoo vekim”

–         “A niha li te digerim…” û nagere

–         “Li te digeriyam, telefona te girtîbû”

–         “Min E-Mail ji te re şand lê li min vegeriya”

–         “Di civînan de çiqas baş diaxifî!”

–         “Helbesta ku te xwend çiqas xweş bû!”

–         „Tu gelekî zeîf bû ye, tu berê pir qelew bû yî“

–         „Bi şev xwarina giran naxum, dîsa jî qelew dibim“

–         „Ev çiqas li bejn û bala te hatiye!“

Ev lîste dikare gelekî were dirêjkirin. Her yek ji me dikare li cem xwe wê dirêj bike.

Jixwe derewên ku namzetên parlamento, di dema hilbijartinan de dikin, nayên hesibandin. Sozên ku ew didin milet, li dawiyê gelek ji wan derew derdikevin.

Bi sedan sozên çaksaziyê didin milet, lê yekê jî pêk naynin. Derewên zêde, baweriyê jî bi xwe kêm dikin.

Gelo jin zêde derewan dikin, lê mêr?

Lêkolînvanên civakî dibêjin, di derewan de jin bêhtir hosta û şareza ne. Ew dikarin baş “derewên spî” bikin. Lê belê ew derew zû eşkere dibin, yanî tu yekser tê derdixînî ku ew derewan dike. Jin bi mîmîk, hereketên dest, çav û lêvên xwe dixwazin wan derewên xwe veşêrin.

Lêkolînvanê înglîz Dr. Jez Rose, di nivîseke xwe de, ku di rojnameya înglîzî Daily Mirror de hate weşandin, dibêje: „Piraniya jinan derewên spî dikin. Weke nimûne, ji hevalên xwe yên qelew re dibêjin, ev mini-rock gelekî li te hatiye, tu têde ciwan bû ye…“

Li gora Rose, kesên ku pir derewan dikin, di dema derewan de, bêvila xwe duxrînin, tiliya xwe dixin devê xwe, dema ku dikenin jî, di kenê wan de ew derew diyar dibin, her wiha cesaret nakin ku çavên xwe bixin çavên mirov û biaxifin.

Rose dibêje, di derewkirinê de mêr weke jinan ne gelekî serkeftî ne. Ji ber vê yekê jî mêrên ku jinên xwe dixapînin, zû eşkere dibin.

Hinek lêkolînên din jî dibêjin, „mêr zêde derewan dikin, lê derewên jinan mezintir in…“

Ma çi dibe em rojeke xwe bê derew derbas bikin?!

(Avesta) 

 

Back to top button