Polîtîk
O.Ocalan PKK dikare ji dev çek berdê
Osman Ocalan li gel ajansa Reuters axivî û hinek pêşniyarên balkêş kirin. Ocalan li ser rewşa Tirkiye sekinî û rêya ku, PKK ji dev çekan berdê û şer xilas bibe li gora xwe da kifşkirin.
Osman Ocalan, ji bo PKK ji dev çekan berde pêşniyarek kir. Osman Ocalan di derbarê sekinandina şer de û ji bo PKK ji dev çekan berdê got: “ Eger li gel Abdullah Ocalan diyalog bête danîn û ew ji girtîgehê derkeve û bîte mal, herweha bila li mal cezayê xwe bikşîne û bila wek girtihe ji mal dernekeve, yanî di hepsa malê de be. Dê hinge 3-4 mehan de PKK ji dev çek berdê. Dema Ocalan vê bixwaze kesek di nav refên PKK-ê de nikare dijê biryara wî bisekine.“
Osman Ocalan got ku, pêwendiyên wî li gel serokatiya PKK-ê hene .