Civak

Çekdarên ereb ji nav DAÎŞê direvin tevlî PKKê dibin

Çekdarên PKKê amadekariyek berfireh dikin ku da şerê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bikin.PKK piştî li Suriye hinek cihên di bin destê xwede radestî hêzên rejima Surî dike û çekdarên xwe ji wan deran didê aliyekî û ber bi Xanesorê ve vediguhêze.Gelek çekdarên xwe li Xanesorê kom dike , çepera dikole û amadevaniyekî ji bo şerê Pêşmerge dike. Di vê derbarê de Heşda Şeibî li deverê hemû awayî piştevaniya PKKê dike.Ji aliyek din li gora agahdariyên hinek berpirsên Pêşmergeyan gelek çekdarên ereb ku ji nav DAÎŞê revine ketina di nava refên çekdarên PKKê û xelkê herêmê wan nasdike. Ji bo vê jî xelk hewl didin ku ji Xanesorê bar bikin.Gelek malbatên piştî azadkirina deverê ku vegeriya bûn li ser mal û cihên xwe cardin ji tirsa şerekî bar dikin û diçin cihên din.

Back to top button