Civak

Çekdarên PPKê li Rawandizê du ciwan revandin

Li gora Kurdistan 24 radigihîne; li gundên Bokrîskan û Pirdeşal ên ser bi bajarokê Wertê yê navçeya Rawandizê, PKKê du xort desteser kirin û li ser sedema desteserkirinê jî, berpirsên PKKê bersiv nedane malbatên wan her du ciwanan.

Rêveberê Bajarokê Wertê Muslîh Zirar ji Kurdistan24ê re ragihand: “Roja duşemê 16ê Mijdara 2020an, hêzên PKKê xortekî bi navê Qareman Ebdullah Sofî ku niştecihê gundê Bokrîskan e, desteser kiriye û îro jî xortekî din bi navê Tiwana Hacî Sofî ji gundê Pirdeşal desteser kiriye ku karmendê Şaredariya Wertê ye û pismamê desteserkiriyê duh e.”

Muslîh Zirar diyar kir: “Malbata Qareman çûye cem berpirsên PKKê, lê ti bersiv nedane.”

Herwiha eşkere kir: “Weke îdareya deverê, peywendiya me ya fermî û rasterast bi PKKê re tine ye, lê bi rêya peywendiyên civakî em li pey van cûre dosyeyan diçin û em dilgiran in ji reftarên PKKê, ku bi hincetên cûr bi cûr xelkê deverê diêşînin û tûşî serêşiyê dikin.”

Gundên Bokrîskan û Pirdeşal ji aliyê îdarî ve ser bi navçeya Riwandiz in, lê ji ber hebûna baregehên wan, ji aliyê ewlehiyê ve PKK li wir serdest e. Di demên berê de jî çendîn car nişteciyên wan deveran bi sedemên cûr bi cûr hatine desteserkirin, herwiha ji ber hebûna PKKê çendîn car gundên deverê ketine ber bombebaranên Tirkiyê û zirarên giyanî û madî gihiştine xelkê deverê.

Back to top button