Cîhan

Davutoglu dibêje Erdogan: Ji me netirsin..

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu di çerçoveya projeya Sistema  parlementoyekî bi hêz li gel serokên partiyên siyasî hevdîtina dike.

Davutoglu civina xwe ya yekem li gel seroka IYI Partiyê Meral Akşener pêkanî û ev hevdîtin gelek erênî nirxand. Davutoglu sibehî jî li gel serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hevdîtînekî pêktîne.

Davutoglu di vê çerçovê de daxwaziya hevdîtinekî ji Tayib Erdogan jî kiriye. Lê heta niha tu bersiv ji Erdogan wernegirtiye. Ji bo vê yekê Davutoglu dibêje:  Netirsin hevdîtin û diyaloga li gel me tenê feydê dide we, eger hun daxwaziya hevdîtina me red bikin, ev tê wateya ku baweriya we li we nemaye.

Davutoglu beşek din a axavtina xwe de bersiva hinek daxûyaniyên Erdogan dide û dibêje: Navê we bûye desthilata reçeteyên tehl. Demokrasi bi tenê desturek nûjen a bi temamî demokratik mimkine.

Back to top button