PolîtîkRojev

Herêma Kurdistanê pêbendî hemû rêkeftinan bûye

Seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê dibêje, hikûmeta Kurdistanê bi temamî pêbendî rêkeftinan û qanûna bûdceya sala 2019 bûye.

Seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji BasNewsê re got, Herêma Kurdistanê bi temamî pêbendî rêkeftin û qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê bûye. Hikûmeta Iraqê jî ji xwe her roj diravê 250 hezar bermîl nefta Kurdistanê ji pişka bûdceya Kurdistanê kêm dike.

Viyan Sebrî li ser hewlên parlementerên kurd yên ku dixwazin pêşiya şandina 320 milyar dînar bigirin, jî got, diçin ba kî bila herin. Çi ji destê wan tê bila bikin. Çimkî Herêma Kurdistanê pêbendî hemû rêkeftin û qanûnan bûye. Her gava ku neft nedaye, Bexdayê bûdce kêm kiriye. Mixabin eger kurmê darê ji darê nebe, dar narize. Ewa ku ew jî dikin, wisa ye.

Back to top button