
Çekdarên PKKê xortekî xelkê devera Çoman ya Herêma Kurdistanê revandin ku bo serdaneki çûbû gundekî Qendîlê.
Li gorî agahiyên BasNewsê, xortekî 28 salî bi navê Derya Mihemed û xelkê bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê duh li gundê Zargelî li bintara çiyayê Qendîl ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin.
Li gorî agahiyan, ew xortê han bo geriyan û yarîkirinê çûbû wî gundî lê di rê de ji aliyê PKKê ve hat revandin.
Birayê wî xortî bi navê Bêstûn Mihemed ji kanala Kurdistan TV re gotiye, birayên min û çend hevalên xwe çûbûn gundê Zargelî bo futbolê lê çekdarên PKKê ji nav wan de tenê birayê min revandine û birine.
Bêstûn Mihemed her wiha gotiye, em nizanin birayê min çima û kude revandine. Me aliyên pêwendîdar agahdar kiriye.
Kesê ku hatiye revandin, xwedan jin û zarok e û karmendê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî ye.