Çekdarên PKKê nahêlin em li navçeyên kurdî tevbigerin
“Artêşa Sûriyê ya Azad” çekdarên girêdayî PKKê bi wê yekê tometbar dikin ku nahêlin li deverên kurdî li dijî artêşa rejîma Sûriyê tevbigerin, lê PYD a nêzîkî PKKê û aliyên kurdî yên din ên di hundirê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de hemfikir in li ser wê yekê ku nehêlin deverên kurdî bibin meydana rûbirûbûnên leşkerî.
Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi giştî li dijî hatina “Artêşa Sûriyê ya Azad” in ji bo navçeyên kurdî. Berpirsê partiyeke kurdî jî teqez dike ku ew baş dibînin şoreşa Sûriyê spî be û li dijî her rengekî şidetê ne. Ji nîva Adara par ve şidet û xwenîşandan li seranserê Sûriyê belav bûne, lê heta niha deverên kurdî li Sûriyê deverên herî aram in ku heta vêga ji şidetan dûr in.
Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û endamê ofîsa ENKSê (ku 15 partiyên Rojavayê Kurdistanê tê de cih digirin) li Hewlêrê, Nûrî Birîmo, dibêje ku wan ji destpêka bûyeran heta îro hewl dane deverên kurdî ji şidetan dûr bin: “Ji bo vê mebestê me li dijî hêzên rejîmê ti reaksiyon nîşan neda, me rê neda bûyerên Dera û Himisê li Kurdistanê dubare bibin.” Di berdewamiya axaftina xwe de Birîmo got: “Rojek tê tişt ji dest derdikevin, lê heta wek îro ewlekarî aram e, ew bûyerên ku rû didin ne di wê astê de ne ku ji kontrolê derketibin.” Bi baweriya Birîmo, hinek kes ji bo armancên partîzanî dixwazin bêjin rewşa ewlekariyê li deverê têk çûye û dive valahî bê tijîkirin: “Wek ENKSê, di baweriya me de heta vêga ti valahiyeke ewlekariyê li deverên kurdî peyde nebûye. Em baş dibînin amadekarî bê kirin ji bo wê dema ku valahiya eminî derdikeve holê.”
Birîmo di vî warî de PYDê rexne dike û dibêje: “Digel peymana di navbera me de, PYD hewl dide bi tena xwe wê valahiyê tijî bike. Heta vêga, îstixbarat, polîs û şebîhe li deverên kurdî mane, hê valahiya ewlehî derneketiye.” Lê bi baweriya nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê, Husên Koçer, di dema ku nîşanên rûxandina rejîma Sûriyê li Rojava derdikevin, valahiya ewlehî derdikeve holê: “Ne diyar e piştî rûxandina rejîmê çi diqewime. Valahiyeke emnî ji vêga ve peyde bûye. Em hewl didin vê valahiyê tijî bikin.”
Ligel gengeşeya navbera ENKS û PYDê de, Artêşa Sûriyê ya Azad ku li gellek deverên Sûriyê li dijî artêşa Sûriyê û hêzên li ser rejîma Esed şer dike, heftiya borî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwaz kir ku têvlî rêzên wê bibin û bi hev re şerê rûxandina rejîma Esed bikin. Serokerkanê Artêşa Azad a Sûrîyê, Mistefa El-Şêx, di daxuyaniyeke ji bo ajansa Cihan a tirkî de dibêje: “PKK li bakurê welêt bi cih bûye, rejîma Sûriyê hewl dide bi Kurdan bilîze, PKK bi fermana rejîma Sûriyê hatiye wê deverê, li dijî Tirkiyeyê rejîma Sûriyê piştgiriya PKKê dike. Em pêwist dibînin Kurd bêne nav rêzên artêşa azad. Wek miletên din ên Sûriyê ji bo rûxandina rejîmê kar bikin.”
“Hejmara leşkerên kurd ne zêdetirî 25 kesan e”
Lê fermandarê Artêşa Azad a Sûrî, Riyaz Esad, li Tirkiyeyê ji Rûdawê re got: “Me ji Kurdan daxwaz nekiriye tevlî nav rêzên artêşa azad bibin, lê bi rêya hinek kesan me daxwaz ji wan leşker û efserên kurd ku ji artêşa Sûriyê cuda bûne û çûne Herêma Kurdistanê û hejmara wan dora 300 kesî dibe, kir ku tevî artêşa azad bibin, lê heta îro me ti bersiv wernegirtiye. Lê bi baweriya min ew kes ji tirsa çekdarên PKKê newêrin wiha bikin.”
Di heman demê de Riyaz Esad dibêje, hezarên gerîllayên PKKê li bakurê Sûriyê, li devera Efrînê ya nêzîkî sînorê Tirkiyeyê bi cih bûne: “Çekdarên PKKê li wê deverê astengî ne li pêşberî tevgera çekdarên me.” Derbarê hejmara leşkerên kurd di nav artêşa azad de, navborî got: “Hejmara leşkerên kurd ne zêdetirî 25 kesan e.”
Husên Koçer teqez dike ku ew li jêr sîwana bizava Civaka Demokrat li Rojava hewl didin hêzên xweparastinê damezrînin. Derbarê gotegota ku dibêje gerîllayên PKKê li navçeya Efrînê hene, Koçer got: “Ew ne gerîllayên PKKê ne, ew hêzên bergiriya milî ne. Li pirraniya deverên Rojava hene û erkê wan parastina Kurdan e.” Di heman demê de Koçer piştrast dike ku çend yekîneyên Artêşa Azad a Sûrî berî demekê li devera Efrînê xwestine bên nav xaka Rojavayê Kurdistanê: “Gelê kurd rê neda wan. Hêzên Kurdan hene û pêdiviya wan bi hêzên Ereban yan welatekî din tine. Gav bi gav hêza parastina Kurdan amade dibe. Di dema borî de me ev kar tenê dikir, lê di vê dema dawî de em hewl didin ligel ENKSê hêza bergiriyê, bi piştgirêdan bi gelê Rojava, dirust bikin.”
Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Nûrî Birîmo, jî ne ligel hewldanên Artêşa Azad a Sûrî ye li deverên kurdî: “Em çekdarên li ser PYDê red dikin, çawa emê artêşa azad li deverên xwe qebûl bikin. Artêşa azad dixwaze di çarçoveya takekesî de ligel Kurdan tevbigere. Em neteweyek in, eger dixwazin em bibin şirîkên wan, divê wek netewe hesabê me bikin.” Birîmo pêdagirî li ser wê yekê kir ku ew li dijî leşkerîkirina şoreşa sûrî ne: “Em leşkerîkirina şoreşê red dikin, em ne ligel wê yekê ne ku Kurd bi çekan daxwaza mafên xwe bikin.”
Derbarê wê yekê de, ka çawa Kurd dikarin dema ku rejîma sûrî dirûxe bêçek rê li ber têkçûna rewşa ewlekariyê bigirin, Birîmo got: “Îro li her devereke Rojava saziyên me yên sivîl hene, ENKS dikare di dema pêwist de saziyên xwe yên sivîl çekdar bike. Em pişta xwe bi ezmûna Başûrê Kurdistanê girêdidin, gava serhildanê destpêkir hejmara pêşmergeyan kêm bû, sivîlan şoreş bi ser xistin. Em ligel wê yekê ne ku Rojavayê Kurdistanê bi awayekî sivîl serhildanê bike.”
Hêmin Xoşnaw/Rudaw