Divê herdu alî jî hurmeta gel bigrin
Doh li Cizîrê Leyla Zana di rewrisma bîranîna wefata parlementerê kevin yê DEP-ê Orhan Dogan de amade bû.
Leyla Zana axvtinek kir û di axavtina xwe de behsa aşitiyê kir. Zana di vê derbarê de got: Tu şerek bê dawî tuneye. Dê her rojekî aşitî li ser vê xakê şîn bibe. Divê herdu alî jî hurmeta gel bigirin. Ev ji bo herdu aliyan jî sekeftine.
Ji berî demekî Leyla Zana behsa aşitiyê û di vê derbarê de behsa rolê serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan kirî bû. Ev daxuyaniya zana di nav BDP-ê de bibû armanca rexneyên tund. Lê Zana cardin di nav berpirs û aligirên BDP-ê de gotinên xwe dubare kirin. Lê vê carê gotinên Zana bi çepka hate pêşîwazî kirin û ji berpirsên BDP-ê jî dengek derneket.
Di xweyê Leyla Zana girêdayî newendekî di nav PKK-ê de rolek taybet hilgirtiye ser milê xwe û û di vê derbarê de kar dike. Dê rojên pêşîya me de ev yek bi awayekî bê zelal kirin. Lê dixweyê dê Ew berpirsên rexneyên tund li Zana kirîn dê werin ser gotina Zana.