Polîtîk

Kujerê Apê Musa hat binçavkirin

 

Rewşenbîrê Kurd Musa Anter, 20 sala berê, li Amedê ji aliyê Jîtemê ve hatibû kuştin. Çend meh man ku dosya Musa Anter ber bi dem derbasiyê keve, kujerê Apê Musa hate binçavkirin. Ji îlona 1992 an vir ve, qet nasnama xwe jî neguherandiye û li Şirnexê jiyama xwe domandiyê kujer. Tetikêş Hamit Yildirim cara yekem hat xuyakirin. 

Gelo piştî 20 sala suîkasta Apê Musa wê were ronahîkirin?

Hat îdia kirin ku, ji dosya Apê Musa re, 3 meh mane ku rasta dem derbasiyê were lê Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Taybet yê Amedê, di bergeha belge û agahiyên ku di demên dawiyê de hatine bidestxistin, doz nûve vekiriye. Bi ev belgeyan, Hamit Yildirim tê binçavkirin. Bi vê, dem derbasiya ku ji bo dosya Apê Musa 20 sal bû, dirêjî 30 salî bû.  

Apê Musa, di sala 1992 an de, li Amedê Hatibû qetilkirin. Hat zelalkirin ku, di kuştina Apê Musa de, yê ku tetik kişandiye Hamit Yildirim bû ye. Navê Hamit Yildirim, cara ewil, Abdulkadir Ayganê ku bixwe îtirafkar bû û li Swêdê dijî, telafuz kiribû. Aygan, bi sûretê Hamit Yildirm ew teşhîs kir. Dîsa dema ku Apê Musa hat kuştin, nivîskar Orhan Mîroglu jî li cem Apê Musa bû û ew jî giran birîndar bibû. Mîroglu diyar kiriye ku, 20 sala berê, ew kesê ku nîv seetê wî ew dîtibû pirr, dişibe sûretê ku niha hatiye kişandin. Got, bi gumana mezin ew kesa ev e. 

 

 

 

 

 

 

Back to top button